Cemiyeta Rojnamegeran banga beşdarbûna doza rojnamegeran kir
Cemiyeta Rojnamegeran banga beşdarbûna doza rojnamegeran kir
Cemiyeta Rojnamegeran banga beşdarbûna doza rojnamegeran kir
Cemiyeta Rojnamegerên Azad derbarê salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulke û doza rojnamegerên girtî de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, li welatê ku demokrasî lê nebe û ji aliyê dîktatoran ve bê rêvebirin mirov nikare behsa azadiya fikir û ramanê bike. Di daxuyaniyê de bang li gel hate kirin ku, di vê rojê de beşdarî doza rojnamevanên azad bibin.
Di daxuyaniyê de gelek saziyên sivîl û saziyên çapemeniyê yên weke; DÎHA, Gun Tv, JINHA, ÎMC, Etîk Ajans, Rojnameya Azadiya Welat, belavkariya Firatê û gelek kes beşdarbûn. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat xwendin.
Daxuyaniya kurdî û tirkî ji aliyê Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Azad Hayrettîn Çelîk ve hatin xwendin û wiha got: “Her wekî ku tê zanîn li welatên ku demokrasî lê tune be û ji aliyê dîktatoran ve were birêvebirin mirov li wir nikare behsa azadiya fikir û ramanan bike. Li welatên bi wî rengî welat tê xwestin ku li gorî keyfiyeta dîktator were birêvebirin. Formulasyona vê yekê jî ji demên dîrokê heta roja me ya îro bi ‘yek al, yek welat, yek ziman, yek milet’ hatiye kirin.”
Çelîk wiha ragihand: “Di sala 1945’an de di 4’ê Kanûnê de rojnameyê muxalif a Tirkiyeyê Tan ji ber ku li ser xeteke muxalif cih digirt rastî êrîşa îxtidara wê demê ya ‘şefê millî’ hat. Ev zîhniyet dîsa di şeva 3’ê Kanûnê digihîne 4’ê Kanûna 1994’an de ango hema bêje piştî nîvsedsalekê heman zîhniyet Ozgur Ulke bombe kir. Îro roj jî ev zîhniyet li ser kar e û tevneke qirêj dirêse di îdianameyên di derbarê hevalên me yên di bin navê ‘Doza Çapemeniya KCK’ê’ de tên darizandin, hatiye amadekirin jî wekî wesîkaya şermê ya Tirkiyeyê û karneya azadiya fikir û ramanê ya li Tirkiyeyê, ew ê her tim di hiş û bîran de bimîne. Em vê helwestê şermezar dikin.”
Di daxuyaniyê de herî dawî ev hat gotin: “Helbet tu daxwaz an jî hêviyeke me ji îxtidarên ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên esasî yên welatê xwe bi rûpoşên demokrasiya pêşketî, rejîma heyî totalîtertir dikin tune ye. Hikûmeta AKP'ê bi darizandina rojnamegeran her tim bi rûyê xwe yê tehemûlê fikir û ramanên cuda nake dê di wijdana gel de were mehkûmkirin. Em li vê derê bang li raya giştî dikin û dîsa bi bîra wan tînin ku, kesên ku îro tên darizandin wijdanê we ne. Li wijdanê xwe xwedî derkevin. Divê ku neyê jibîrkirin li welatên ku rojnameger girtîbin fikr û ramanên azad jî girtîne. Em esareta azadiya fikr û ramanê qebûl nakin. Em esareta rojnamgeran qebûl nakin. Hûn jî qebûl nekin. Em bang li gelê xwe dikin ku başdarî dozê bibin. ”