Çekdarên radîkal li Mûsilê 3 kurdên Êzdî qetilkirin

Çekdarên radîkal li Mûsilê 3 kurdên Êzdî qetilkirin

Li bajarê Mûsilê 3 şofêrên kurd ên Êzdî di encama êrişekî çekdarî ya çekdarên radîkal de hatin qetilkirin.

Li gorî agahiyên herêmî du  danê sibehê 3 şofêrên otobûsên veguhestina xwendekarên zanîngeha Mûsilê yên Êzdî ji aliyê çekdarên radîkal ve hatin qetilkirin.

Hat ragiharindin  ku ji beriya niha jî komên redîkal ên îslamî gef li Kurdên êzîdî dikirin.

Di derbarê mijarê de Waliyê Mûsilê Asil Nûcêfî li ser hesabê xweyê facebookê bûyer pişt rast kir û got ji bo daxuyaniya fermî li benda lêkolînên di derbarê mijarê de ne.