Cejna zimanê Kurdî li Efrînê hat pîrozkirin
Cejna zimanê Kurdî li Efrînê hat pîrozkirin
Cejna zimanê Kurdî li Efrînê hat pîrozkirin
Saziya Zimanê Kurdî (SZK), bi munasebeta roja zimanê kurdî, li Navçeya Bilbilê ya Efrînê şahiyek lidar xist.
Li Navçeya Bilbilê ya Efrînê SZK’ê bi beşdariya sedan kesî ji şêniyên navçeyê, roja zimên pîroz kirin. Welatî li meydana bazara gel a navçeyê hatin cem hev. Ji wir bi silogan û stranên li ser zimanê kurdî ber bi Navenda SZK’ê a navçeyê ve meşiyan. Li wir şahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di şahiyê de Endama SZK’ê Batûfa Çekdar axivî û bal kişand ser girîngiya zimanê kurdî di jiyan gelê kurd de. Çekdar, bang li welatiyan kir ku xwedî li zimên xwe yê dayikê derkevin û ji hemû kesî re nîşan bidin ku gelê kurd xwediyê doza dîrokî ya rewa ye.
Di şahiyê de hinek komên navçeyê stranên li ser zimanê kurdî ji beşdaran re pêşkêş kirin, her wiha helbestên li ser zimên hatin pêşkêşkirin.
Tê payin ku li Efrîn şahiya mezin di 15’ê Gulanê roja zimanê kurdî dê were lidarxistin.