Cebhet El-Nusra xwe li Serêkaniyê bicih dike

Cebhet El-Nusra xwe li Serêkaniyê bicih dike

Çekdarên Cebhet El-Nusra ev çend rojin hêza xwe li taxa Meheta a Serêkaniyê zêde dike, bendên kontrol datîne, welatiyan direvîne û îşkencê li wan dikin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku, çekdarên Cebhet El-Nusra ev hefteyeke hêza xwe ya leşkerî di taxa Meheta ya Serêkaniyê zade dike, her wiha bendên kontrolê li ser riyan datîne û astengiyan ji welatiyan re derdixînin. Li aliyê din çavkaniyên heremî da zanîn ku, çekdarên Cebhet El-Nusra hêza xwe li gundên Tilxelef, Ezîziyê, Ebû Sewan û Temam kom dibin. Çekdarên Cebhet El-Nusra ku herêma Esfer Necar ji xwe wek wargeha leşkerî bikar tîne û tevger bûna xwe li vir jî zêde kiriye, cebxane û çekdan li wir bicîh dike û perwerdeya leşkerî didin çekdarên xwe.

200 ÇEKDAR LI DEPOYA GENIM HATINE BICIH KIRIN

Li navenda depoyên genim ên li Serêkaniyê jî derdora 200 çekdarên Cebhet El-Nusra hatine bi cih kirin, her wiha di avahiya ewlekariya siyasî ya kevin, qereqola Ewlekariya leşkerî û wargeha Partiya Baas hêza xwe bi cih kirine.

KESÊN BI SORANÎ DIAXIVIN HENE

Çavkaniyên li taxa Mehetê dan zanîn ku, biriya demekê çekdarên tabûra Mişel Temo di taxa Mehetê de hatine bicih kirin, her wiha di taxê de dinava çekdarên Cebhet El-Nusra kesên Kurd ku bi zaravayê Soranî diaxivin jî hene. Berî niha di şerê Til Temir yê dinabera Cephed Nusra û YPG’ê sê çektarê Nusra yê ji Kerkûkê dîl hatibûn girtin.

OPERASYON DANA DESTPÊKIRIN

Ji beriya çend rojan çekdarên Cebhet El-Nusra opersyon li taxa Mehetê dane destpê kirin û hejmarek nediyar welatiyên Kurd ên li taxê revandine. Dewriyên Cebhet El-Nusra gelek ciwan û kesên din bi awayekî hovane digirin û îşkenceyê li wan dikin. Şêniyên taxê diyar kirin ku, beriya 2 rojan  çekdarên Cebhet El-Nusra lêgerîn di taxê de kirine û gelek welatî girtine û li jin û zarokan sivikatî kirin. Piştî çend saetan hinek welatî hatin beridan. Welatiyên ku hatin berdan dan zanîn ku çekdarên wan revandine rû girtîbûne û li wan  îşkence kirine.

70 WELATÎ HATINE GIRTINE

Li aliyê din hate hînbûn ku Cebhet El-Nusra 70 welatiyên ji gundên Tilxelaf, Tilhedara, Tilerqem , Ezîziyê û Mebrûka ku pirraniya wan erebên girtine û li avahiya Ewlekariya siyasî ya berê bi cih kirine. 

Şêniyên Serêkaniyê dan zanîn niha li bajarê wan tu hebûna Artêşa Azad, muxalefeta Sûriyeyê nemaye û cihê çekdarê Cephet Nusra bi cih bûne alên xwe bilind kirine. Welatiyan diyar kirin ku piştî provakasyona Amûdê û êrîşa li dijî YPG’ê, Cephet El- Nusra tevgera xwe li heremê zêde kiriye.