Cebhet El-Nusra ceyrana herêma Cizirê qut dike
Cebhet El-Nusra ceyrana herêma Cizirê qut dike
Cebhet El-Nusra ceyrana herêma Cizirê qut dike
Di demeke ku germahiya havînê pir zêde bûye û pêdiviya welatiyan bi ceyranê heye de, koma çekdar Cebhet El-Nusra ku terorîst hatiye qebûlkirin ceyrana herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê qut dike.
Di demsala havînê de ku germahî pir zêde dibe û welatî ji bo ku xwe ji germê biparêz in pêdivî bi ceyranê dibînin, li Rojavayê Kurdistanê pirsgirêka ceyranê tê jiyandin. Di şertên asayî de ceyrana ku tê van bajaran kêm be jî têrê dike, lê niha pirsgirêk rû didin.
Li gorî agahiyên ku rayedarên ceyranê dane, li bajarê Qamişlo divê rojê 120 megawat ceyran hebe, lê niha rojê 2-3 saet ceyran tê. Her wiha li bajarên din ên wekî Amûdê, Dirbêsiyê û Hesekê heman pirsgirêk lê rû didin. Ev rewş di xebatên saziyên xizmetê, firinên nan, aş, bîrên avê û hwd. de dibe sedema zehmetiyan. Her wiha zarok, pîr û kal gelekî aciz dibin, dîsa nexweşî derdikevin holê.
Hate hînbûn ku sedema vê yekê koma çekdar a bi navê Cebhet El-Nusra ku terorîst hatî îlan kirine. Rayedarên ceyranê diyar kirin ku ceyrana herêma Cizîrê ji navenda ceyranê ya li Bajarokê Mebrûka ya di navbera Hesekê û Reqayê de tê, lê navend ketiye destê El-Nusra. Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku kesên bi navê Ebû Fehed û Ebû Ezam ên girêdayî El-Nusra rêveberiya navendê dikin û bi hinceta “gelê parêzgeha Hesekê kafirin” ceyrana herêmê qut dike.
Li bajarê Qamişlo ku bajarê herî mezin ê Rojava ye û pirsgirêka ceyranê zêde lê rû didin, ji bo çareserkirina pirsgirêkê hewldanên din jî hene. Bi vê mebestê ji navenda Siwêdiyê ya li herêma Dêrikê ceyran anînê. Lê ew jî tenê 70 megawate û têrî pêdiviya bajar nake.