Çalakiyên Dayikên Şemiyê li Şemzînanê jî destpê dikin

Çalakiyên Dayikên Şemiyê li Şemzînanê jî destpê dikin

Di çarçoveya xebatên ÎHD'ê yên têkildarî kesên winda yên di bin çavan de û kuştinên kiryar nediyar de li Şemzînanê jî her hefte wê çalakiyên Dayikên Şemiyê pêk bên. 

Komîsyona ku ji bo kesên di bin çavan de hatine wendakirin û bi awayekî kiryar nediyar hatine qetilkirin bên lêkolînkirin ji aliyê Komeleya Mafê Mirovan ÎHD'ê şaxên Amed û Colemêrgê hat avakirin dest bi xebatan kir. Berdevkê Komîsyonê û Rêvebera ÎHD'ê Şaxa Amedê Necîbe Perînçek, nûnerên ÎHD'ê yên Colemêrg û Şemzînan têkildarî xebatan li Rêxistina Navçeyê ya ya BDP'ê civînek li dar xistin. 

Necîbe Guneş Perînçek a di civînê de axivî diyar kir ku wê kesên di bin çavan de hatine wendakirin û yên bi awayekî kiryar nediyar hatine qetilkirin lêkolîn bikin û wiha got, "Di hefteya pêşiya me de wê çalakiyên Dayikên Şemiyê li Şemzînanê jî pêk werin."