Çalakgerên nobedê yên li gundê Boydê rastî êrîşê hatin
Çalakgerên nobedê yên li gundê Boydê rastî êrîşê hatin
Çalakgerên nobedê yên li gundê Boydê rastî êrîşê hatin

Leşkerên Tirk ên duh bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî çalakgerên nobedê yên li ser sînor kirin, îro danê sibê jî êrîşî çalakgerên nobedê yên li gundê Boydê kirin. Di êrîşê de rojnamevan û wekîl jî hedef hatin girtin.
Êrîşa polîs û leşkeran a li hemberî welatiyên bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê li sînorê Pirsûsê nobedê digirin dewam dike. Duh heta êvarê polîs û leşkeran êrîşî welatiyên li ser sînor kirin û serê sibê saet di 08.00'an de li gundê Boydê di dema taştê de êrîşî welatiyan kirin.
Di êrîşa gelek bombeyên gazê hatin bikaranîn de welatiyek ji stuyê xwe û welatiyek jî ji pişta xwe birîndar bûn. Di êrîşê de binçavkirin jî çêbûn û pevçûnên li gund û derdora gund dewam dikin.
Parlementerê HDP'ê Faysal Sariyildiz ê ku di dema êrîşê de li herêmê bû û çû hevdîtina polîsan, rastî êrîşa bi bombeyên gazê hat. Polîs û leşkerên Sariyildiz dîtin du bombeyên gazê avêtinê û Sariyildiz bombeyên gazê yên avêtin wî girtin û avêt polîs û leşkeran.
Rojnamevanên di her êrîşê de dibin hedefa polîs û leşkeran li gundê Boydê jî bûn hedefa polîs û leşkeran. Polîs û leşkeran bi bombeyên gazê êrîşî wesayîta DÎHA'yê ya li ser nivîsa "ÇAPEMENÎ" heyî kirin û cama wesayîtê ya pêşiyê şikandin.
Êrîşa ku gelek kes hatin binçavkirin, dewam dike.




