Bush ê sêyemîn jî di hilbijartinên DYA de namzet e

Ji bo hilbijartinên serokatiyê yên di sala 2016'an de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bên kirin, serlêdana destpêkê ji malbata Bush hat. Jeb Bush ev demeke dirêj wezîfeya Walîtiya Florîdayê dimeşîne.

Ji bo hilbijartinên serokatiyê yên di sala 2016'an de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bên kirin, serlêdana destpêkê ji malbata Bush hat. Jeb Bush ê ku demeke dirêj wezîfeya Walîtiya Florîdayê dimeşîne, diyar kir ku di pêş hilbijartinên Komargeran de ew jî namzet e.

Jeb Bush ê ku beriya hilbijartinên 2016'an ji Komargeran namzetiya xwe nîşan da, kurê biçûk ê Georg H.W. Bush e ku di navbera salên 1989-1993'an de wezîfeya serokatiyê meşandibû. Kekê Bush George W. Bush jî di navbera salên 2001-2009'an de serokatî kiribû.

Jeb Bush der barê namzetiya xwe de axivî û soza da ku eger ew bê hilbijartin ew ê "ji bo bûyer li gorî dilê Amerîkiyan biqewimin" bixebite. Bush îdîa kir ku ew ê nehêle paytext Washington ji bo welêt bibe pirsgirêk û berê xwe bide hilbijêrên navendî.

Jeb Bush wê di pêş hilbijartinên Komargeran de li hemberî hevrikên xwe yên din li ber xwe bide. Eger Jeb Bush her du pêşbirkan qezenç bike, wê di dîroka DYA de yekemcar ji heman malbatê sê kes serokatî kiribe.