Boko Haram êrîşî masîgiran kir: 9 mirî
Çeteyên Boko Haram li gundekî Nîjeryayê êrîşî masîgiran kirin. Di êrîşê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di encama destwerdana yekîneyên artêşê de 13 çete hatin kuştin.

Çeteyên Boko Haram ên êrîşî gundekî li qiraxa Gola Çadê kirin, herî kêm 9 masîgir qetil kirin. Li gorî agahiyên ji aliyê sendîkaya masîgiran ve hat dayîn, li du mînîbusên masîgir lê siwar bûbûn û ber bi bajarê Baga ve diçûn, 17 kes bûn.
Rêveberê sendîkaya masîgirên li eyaleta Borno Abûbekîr Gamandî diyar kir ku piştî êrîşî yekîneyên artêşê dest li rewşê werdane. Gamandî da xuyakirin ku di dema destwerdana artêşê de 13 endamên Boko Haram hatine kuştin.
Di dema şerê li vir de mînîbuseke masîgiran û wesayîteke çeteyan ji aliyê leşkeran ve hatine desteserkirin.
Masîgirê bi navê Grema Arî yê bi saxî ji êrîşa çeteyan filitî anî ziman ku ji her du mînîbusan a li pêş hatiye sekinandin û ajokarê mînîbusa ew jî tê de bû ji nişka ve berê wesayîtê zîvirandiye û ji kokujiyê filitiye.
Ji ber komkujiyên Boko Haram di salên dawî de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Li dijî çeteyan artêşên Nîjerya, Çand, Kamerûn û Nîjerê bi beşdairya bi deh hezaran leşkeran operasyonan lidar dixin.