Boko Haram careke din qetil kir; 100 kes jî revand

Çeteyên Boko haram ku bi çalakiyên xwe yên komkujî û revandinê tê naskirin, vê carê jî êrîşî gundekî li Kamerûnê kirin. Çeteyên ku gelek kes qetil kirin, tê gotin ku herî kêm 100 kes revandine.

Çeteyên Boko haram ku bi çalakiyên xwe yên komkujî û revandinê tê naskirin, vê carê jî êrîşî gundekî li Kamerûnê kirin. Çeteyên ku gelek kes qetil kirin, tê gotin ku herî kêm 100 kes revandine.

Li gorî agahiyên ji aliyê rayedarên herêmî û çavkaniyên leşkerî ragihandin, çeteyên Boko Haram ên êrîşî gundekî li ser sînorê Nîjeryayê kirin, herî kêm 8 kes qetil kirin û zêdeyî sed kes revandin. Êrîş roja Sêşemê li gundê Tchakarmarî ya li nêzî bajarê Maoûra yê li bakurrojhilatê welêt e, rû da.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, koma êrîşî gund kir, bi kesên revandî re ber bi Nîjeryayê ve çû.

Ji artêşa Kamerûnê efserekî da xuyakirin ku koma êrîşkar derbasî Nîjeryayê bûye.

Operasyonên leşkerî yên hevpar ên Nîjerya, Çand, Nîjer û Kamerûnê li dijî çeteyên Boko Haram dan destpêkirin, bi tevlîbûna deh hezaran leşkeran tê meşandin. Kamerûn a ku bi 5 hezar leşkeran re tevlî dibe, piştî rêze êrîşên meha Tîrmehê, yekîneya xwe ya leşkerî ya ji 2 hezar kesî, derbasî herêma bi navê Extreme-Nord kiribû.

Çeteyên Boko Haram ku beriya niha bi komkujiyên xwe yên li bakurrojhilatê Nîjeryayê derdiketin pêş, ev saleke êrîşî herêmên sînor ên Çad, Nîjer û Kamerûnê dikin.