‘Biryara Danîmarkayê, destwerdana li azadiya ramanê ye’

‘Biryara Danîmarkayê, destwerdana li azadiya ramanê ye’

Platforma Penaberên li Ewropayê, biryara Danîmarkayê ya girtina sê qenalên televîzyonê yên Kurd, şermezar kir. Di daxuyaniya platformê de hat destnîşankirin ku ROJ TV, MMC û NÛÇE TV ne tenê ji bo Kurdan, dengê tevahiya gelên Tirkiyê û bi dehhezaran penaberan e. Platformê got, "Ev biryar, destwerdanek li azadiya ramanê ye."

Platforma Penaberên li Ewropayê ku par ava bû, bi daxuyaniyeke nivîskî biryara Danîmarkayê ya betalkirina lîsansên televîzyonên Kurd û cezayê pere yê giran, bi zimanekî tund rexne kir.

Platformê da xuyakirin ku ev biryar destwerdanek li azadiya ramanê ye û bêdengiya Parlamenta Ewropayê li pêşberî vê biryarê rexne kir. Di daxuyaniyê de weha hat gotin; "Parlamenta Ewropayê ya dijwariya hukûmeta AKP'ê ya li çalakiyên Parqa Gezî rexne kir, di 13'ê Hezîranê de biryareke şermezarkirinê stendibû. Di biryarê de bal hatibû kişandin ser rewşa rojnamevanên girtî û ji hukûmeta AKP'ê xwestibû astengiyên li pêşiya azadiya ramanê û xwepêşandanên aştiye rake. Niha, bûyereke ku Parlamenta Ewropayê rexne dike, li welatekî endamên Parlamenta Ewropayê rû daye. Dadgeha Eyaletê ya Kopenhagê li gel cezayê pereyan ê 10 milyon kronî, her weha biryar da lîsansên weşana ROJ TV, NÛÇE TV û MMC betal bike. Ev biryara li dijî dengê hemû gelên Tirkiyê, bi biryara Parlamenta Ewropayê ya hukûmeta AKP'ê şermezar dikir re, nakok e."

Platformê diyar kir ku di pêvajoya çareseriyê de, dayîna biryareke bi vî rengî nayê fêmkirin û got, "Em vê helwesta Danîmarkayê weke destwerdanek li azadiya ramanê dibînin û jê dixwazin, ku tavilê ji vê biryara xwe vegere."