Bîlançoya rehîneyan a li Malî: 13 mirî

Li welatê Rojavayê Afrîkayê Malî, bîlançoya bûyera rehîne ya roja Înê zelal bû.

Li welatê Rojavayê Afrîkayê Malî, bîlançoya bûyera rehîne ya roja Înê zelal bû.

Di daxuyaniya hikûmeta Malî de hat ragihandin ku di êrîşa çekdaran a li hemberî otela Sevare Byblos de 13 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de 5 kesên li ser navê Neteweyên Yekbûyî (NY) wezîfeyê dikin û 4 leşkerên artêşa Malî jî hene.

Di operasyona ji bo rizgarkirina rehîneyan de 4 êrîşkar jî hatin kuştin.

Ji wezîfedarên Neteweyên Yekbûyî yên jiyana xwe ji dest dan 2 jê ji Ûkrayna, yek ji Nepal û yek jî ji Başûrê Afrîkayê bûn. Welatiyekî Malî yê ji wan re ajokarî dikir jiyana xwe ji dest da. Di dema êrîşê de 4 wezîfedarên Neteweyên Yekbûyî yên li avahiyê bûn, hatin rizgarkirin.

Ji bilî êrîşa li ajarê Sevarê ya li bakurê welêt, di êrîşên hefteya dawî yên li Malî de 13 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di 1'ê Tebaxê de li Segoû, di 3'ê Teabxe de li Tombûktû garnîzonên leşkerî hedef hatibûn girtin. Berpirsyariya êrîşan çeteyeke bi navê El Qaîde ya Magrebê (Aqmî) girtibû ser xwe.