'Bijîşkên Tirk lebatên birayê min dizîn'

'Bijîşkên Tirk lebatên birayê min dizîn'

Welatiyê bi navê Havîn Kurdî yê ji gundê Meemila ya girêdayî navçeya Reco ya Efrînê, li bajarê Îzmîrê ya Tirkiyeyê hate kuştin. Birayê Kurdî, Welat got beriya ku cenazeyê birayê wî radest bikin, lebatên laşê wî dizîne.

Li gorî nûçeya ajansa ANHA, Welat Kurdî yê ji şêniyên gundê Meemila ya girêdayî navçeya Reco ya Efrînê birayê welatiyê bi navê Havîn Kurdî ku di pevçûnekê de li bajarê Îzmîrê ya Tirkiyeyê hatibû kuştin, detayên bûyera kuştina wî wiha vegotin: "Beriya niha bi 4 mehan birayê min Havîn ê 18 salî ji bo debara xwe bike û kar bike, berê xwe da bajarê Îzmîrê ya Tirkiyeyê. Li vir Havîn karê dirûnê di kargehekê de dikir, piştî wê bi demekê di navbera wî ciwanekî din de yê bi navê Şiyar ji gundê Elî Kera ya navçeya Bilbilê ya Efrînê nakokî derketin. Di roja îna borî de 29'ê mijdarê 2013'an de, kesê bi navê Şiyar li gel hin ciwanên din li pêşiya kargehê li benda birayê min Havîn man û dema hat, tevî ku bi tena xwe bû, bi awayekî hovane lêxistin û kuştin."

Welat di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman: "Piştî ku birayê min Havîn hate kuştin, hêzên polîsan ên Tirkan hatin cihê bûyerê û kesê bi navê Şiyar li gel hin kesên din ragirtin. Erebeya ambolansê jî birayê min rakirin nexweşxaneya Tabjah ya bajêr û li vir rêveberiya nexweşxaneyê telefonî birayê min ê din ku li heman bajarî kar dikir, kirin û agahdar kirin."

Welat da zanîn ku, leşkerên Tirkan cenazeyê birayê wî radestî wan nekirin, beriya ku li  ser hin belgeyan îmze bikin. Ji ber ku wan zimanê Tirkî nedizanîn li ser van belgeyan îmze kirin. Welat di axaftina xwe de wiha got: "Piştî ku em gihiştin Efrînê, em matmayî man ku laşê birayê min ji gewriyê ve heta bin navikê hatibû qelaştin û laşê cenazeyê jî gelekî jar bibû heta ku zikê wî bi pişta wî ve bû. Vê yekê ez bi guman kirim ku bijîşkên Tirkan lebatên laşê birayê min dizîne û dibe ku sedema kuştina birayê min ne ji lêdanê be û ji ber diziya lebatên wî be."

Havîn Kurdî (18) salî roja Duşema borî li goristana Zêdiyê ya bajarê Efrînê hatibû veşartin.