Bi hezaran serkeftina YPG'ê û 27'ê mijdarê pîroz kirin

Bi hezaran serkeftina YPG'ê û 27'ê mijdarê pîroz kirin

Li Hesekê bi hezaran kesî ji bo rizgarkirina herêma di nava bera Til Temir û Hesekê şahî lidar xistin. Di şahiyê de salvegera damezirandina PKK'ê jî hate pîrozkirin.

Şahî duh di saetên êvarê bi tevlîbûna hezaran kesî li ber navenda Çand û Hunerê ya Hesekê de hate lidarxistin. Şahî bi rêzgirtinê destpê kir. Di şahiyê de Fermandara YPG/YPJ'ê ya Hesekê Şîlan Amûdê axivî û salvegera damezirandina PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Oclan û hemû gelê Kurd pîroz kir û bal kişand ser rola PKK'ê di destkeftiyên gelê kurd de.Şîlan Amûdê, her wiha endamên PYD'ê yên pêşeng Şîlan kobanê û hevalên wê jî bibîr anîn.

Şîlan Amûdê, got ku opersyona wan a di navbera Til Temir û Hesekê bi armanca  Tola şehîdên Til Temirê û parastina şêniyên herêmê ji komên çete pêk hatiye. Amûdê soz da ku ew ê heta dawî soza dane şehîdan dewam bikin.

Di şahiyê de Koma Tol Hildan, Koma Roselîn, Koma Zeyneb û hunerêmd Mihemed Kesar, Adil Badînî û hunermendê ereb Kemal Iberahîm stran û şano pêşkêş kirin û coş dan şahiyê.

Girseya ku bê navber diruşmeyên "Bijî Serok APO", "Bijî PKK/YPJ/YPG" berz dikirin govend digerandin. Şahî heta setên şevê dom kir.