Bi hezaran kesî cenazeyên 2 berxwedêrên Rojava spartin axê
Bi hezaran kesî cenazeyên 2 berxwedêrên Rojava spartin axê
Bi hezaran kesî cenazeyên 2 berxwedêrên Rojava spartin axê
Bi hezaran kesî cenazeyên Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG'ê Cesûr Efrîn û Endamê Asayîşê Eyûb Ebas Mihemed Emîn li groistanên şehîdan ên Qamişlo û Tirbespiyê spartin axê.
Li Qamişlo cenazeyê Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG'ê Cesûr Efrîn ku di "Opersyona Tolhildana Şehîdên Til Temirê" de jiyana xwe jidest dabû, ji aliyê sedan kesî ve hat veşartin. Girseya gel cenazeyê Cesûr Efrîn ji Mizgefta taxa Enteriyê ya Qamişlo li ser milan kir. Girseya ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên şervanên YPG'ê û alên YPG/YPJ'ê vekiribûn bê navber diruşmên "Şehîd namirin", "Bijî Berxwedana YPG'ê" berz kirin. Girse heta goristana Şehîd Delîl Sarûxan meşiya.
Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û piştre li ser navê YPG'ê Necmî Qamişlo, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Hesen Tahir, li ser navê TEV-DEM'ê Dicle Serêkaniyê axivîn.
Di axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn. Piştî axaftinan û beriya ku cenazeyê Efrîn bê definkirin şervananên YPG'ê yên tevlî opersyonê bibûn gihiştin û li ser navê tabûrên tevlî opersyonê bibûn Devrim axivî û got, "Şehadeta Endamên Meclîsa Leşkerî ya YPG'ê Cesûr Efrîn û Memo hêza me zêde kiriye. Em soza şopdariya rêya şehîdan didin."
Piştî axaftina Devrum jî cenazeyê Efrîn ji aliyê şervanên YPG'ê hate definkirin.
Li Tirbespiyê jî Endamê Asayîşê Eyûb Ebas Mihemed Emîn pêr di encama êrîşa komeke çekdar a li dijî benda kontrolê ya Asayîşa gundê Maşûq a Tirbespiyê jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Endamê Asayîşê Ebas anîbûn Saziya Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê. Duh bi sedan kesî cenazeyê Endamê Asayîşê ji saziya Malbatên Şehîdan wergirt û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîdan a li gundê Dugurê ya Tirbespiyê birêkirin.
Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ehmed Ezîz, li ser navê Yekîtiya Star Xalya Yûsif, li ser navê TEV-DEM'ê Nûredîn Şakir axivîn. Di axaftinan de êrîşkar hatin şermezarkirin û hate gotin ku gelê Rojava bi keda şehîdan azad dibin. Di merasîmê de li ser navê malbata Eyûb Ebas jî axaftin hate kirin. Di axaftina malbatê de hate gotin ku xwîna kurê wan di ber azadiya gelê kurd de çûye û soza şopandina rêya wî hate dayîn.
Piştî axaftinan girseyê cenaze bi diruşmeyan spart axê.