Bi hezaran kesan gerîlayê HPG'ê Akdogan bi bîr anîn
Bi hezaran kesan gerîlayê HPG'ê Akdogan bi bîr anîn
Bi hezaran kesan gerîlayê HPG'ê Akdogan bi bîr anîn
Gerîlayê HPG''ê Huseyîn Akdogan (Armanc Kerboran) di duyemin salvegera wefata xwe de li navçeya Kerboran a Mêrdînê li ser gora xwe hat bîranîn. Di bîranînê de Parlamenterê Mêrdînê yê BDP'ê Erol Dora axivî û got, "Mirovatî bi saya kurdên ku fedakarî kirine gihiştiyê vê astê."
Gerîlayê HPG'ê Huseyîn Akdogan (Armanc Kerboran) ê li navçeya Pîran a Amedê di şerekî de jiyana xwe ji dest da di duyemîn salvegera wefata xwe de di pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Kerboranê de li ser gora xwe hat bîranîn. Di bîranîna ku bi hezaran mirov beşdar bûn de Parlamenterê Mêrdînê yê BDP'ê Erol Bora, hevserok û rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan, şaredar, dayikên aştiyê û MEYA-DER amade bûn.
Welatiyên ku li ber konê li Taxa Bahçebaşi kom bûn heta Goristana Micir Safa meşiyan. Di meşê de ligel alên PKK'ê û KCK'ê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên HPG'ê yên bi eslê xwe ji Kerboranê û di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane hatin hildan. Di meşê de dirûşmayên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok Jiyan nabe" hatin qîrîn. Li goristanê piştî deqiqeyek rezgirtinê sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin.
Nûnerê MEYA-DER'ê yê Mêrdînê Yilmaz Eren got, "Şehîdên me ji bo azadiya welatê me canê xwe feda kirin. Em soz didin emê di rêya şehîdên xwe de bimeşin." Hevserokê Rêxistina Mêrdînê ya BDP'ê Reşat Kaymaz jî got, "Şehîdên me timî di dilê me de dijîn. Heta gelê me û rêberê me azad bibe wê têkoşîna me dewam bike."
Piştî Kaymaz, Parlamenterê Mêrdînê yê BDP'ê Erol Dora ev xusûs diyarkirin: "Li hember şehîd Armanc ez bejna xwe ditewînim. Ji bo azadiya Kurdistan û Mezopotamya gelek berdêl hatine dayîn. Yên ji bo mirovatiyê canê xwe dane tu carî nayên jibîrkirin. Mirovatî bi saya Kurdên ku fedakarî kirine gihiştiyê vê astê."
Birayê Akdogan Celîl Akdogan jî di merasîmê de axivî û wiha got, "Ev gel li tevger û şehîdên xwe xwedî derdikeve. Şehadet tiştekî bi rûmet e. Dîroka gelê Kurd bi şehadetan hatine nivîsandin."