Bexda: Em lîjneya sê alî napejirînîn
Bexda: Em lîjneya sê alî napejirînîn
Bexda: Em lîjneya sê alî napejirînîn
Hikûmeta Bexdayê pêşniyara Tirkiyê a têkildarî avakirina lîjneya sê alî a ji hikûmeta (Hewlêr-Bexda-Tirkiyê) ji bo gotobêjkirina petrola Herêma Kurdistanê red kir.
Hikûmeta Bexdadê pêşniyara Tirkiyê a di derbarê avakirina lîjneyek sê alî a ji nûnerên hersê hikûmetên (Hewlêr-Bexda-Tirkiyê) ku ji bo gotûbêjkirina petrola Herêma Kurdistanê, red dike û daxwaza kiriye kû di nav vê lîjneya ku were avakirin de Herêma Kurdistanê têde cih negre. Rêveberê bûroya Hisên Şehristanî û cigirê serokwezîrê Îraqê yê karûbarên enerjiye Feysel Ebdullah diyar kir ku, Şehristanî pêşniyara wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê Taner Yildiz ya ji bo avakirina lîjneya sê alî a ji nûnerên hikûmetên (Hewlêr-Bexda-Tirkiyê) a ji bo gotobêjkirin û çareserkirina astengiyên li pêşiya şandina petrola Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê red kiriye.
Feysel Ebdullah di daxuyaniya xwe a dayî Rojnameya Şewq Ewsed de wiha got: “Şehristanî teqez kiriye ku Iraq dixwaze lijneyek du alî a ji hikûmeta (Bexda-Enqerê) pêktê kû hikûmeta Herêma Kurdistanê di nav de nebe ava bikin û astengiyên şandina petrola Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê. Ebdullah da zanîn ku beşdarkirina nûnerên hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xeta sor dizane, ji ber ku Iraq û Kurdistan yek welate ji bo vê jî mijara şandina petrola Herêma Kurdistanê vedigere Iraqê.
Ebdullah, da zanîn ku Bexda ji bo şandina petrola Herêma Kurdistanê raziye lê bi mercê ku înîsiyatîfa wezareta petrolê hikûmeta Iraqê birêve biçe û di bin çavdêriya şîrketa (Somo) kû nûnerê wezareta enerjî û petrola Iraqê ye, pêkwere. Ebdullah, dahata petrole vegere xizîna Iraqê û bûtçeya giştî da ku bikeve xizmeta hemû gelê Iraqê.