Bernameya mehekê ya Rêxistina BDP'ê ya Îzmîrê
Bernameya mehekê ya Rêxistina BDP'ê ya Îzmîrê
Bernameya mehekê ya Rêxistina BDP'ê ya Îzmîrê
Rêxistina BDP'ê ya Îzmîrê, ji bo nexşeya rê ya çalakiyên ji bo qonaxa duyemîn a pêvajoya çareseriya demokratîk diyar bike, bi serokên rêxistinên navçeyan û nûnerên saziyên Kurd re civînek lidar xist.
Di civîna li avahiya BDP'ê ya bajarê Îzmîrê de, biryar hat dayîn di navbera 1'ê Tîrmehê - 3'ê Tebaxê de rêzeçalakiyan lidar bixe û bernameya xwe ya mehekê bi vî rengî eşkere kir:
"Di 7'ê Tîrmehê saet di 18.00'an de bi dirûşma "Hukûmet gav biavêje" de ji ber Kona Pier heta Sumerbank a Kevin meş were lidarxistin û daxuyanî li çapemeniyê bê dayîn,
Li Karabaglar, Bûca û Bayrakli, ji bo bîranîna berxwedêrên di rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan, çalakiyên bîranînê bên lidarxistin,
Di 16'ê Tîrmehê de li hemû navçeyên Îzmîrê, şahiyên silavkirina Rojava werin lidarxistin."