Beriya kongreyê bi hezaran ciwan çûn serdana gora Alî Çîçek

Beriya kongreyê bi hezaran ciwan çûn serdana gora Alî Çîçek

Meclîsa Ciwanan a BDP'ê beriya 1. Kongreya Meclîsa Ciwanan a Asayî ku li Amedê pêk bê, serê sibê seat 7'an de bi meşek girseyî gora yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Çîçek.

Bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a BDP'ê serê sibe saet di 7'an de li ber Salona Sporê ya Şaredariya Rezanê bi hezaran ciwan ber bi Goristana Yenîkoyê ve meşiyan. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, yek ji pêşengên PKK'ê Hakî Karer û alên KCK'ê vekirin. 

Ciwanan heta goristanê dirûşmên "Bijî Serok Apo" , "Bê serok jiyan nabe" , "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok" qîriyan. Di meşê de pankartên "Bijî serok Apo", "Bi rihê raperînê hezar silav ji Kongreya Ciwanan a Amedê re", "Ciwanên bi rêxistin pêşeroja azad e" û "Em şoreşa Rojava silav dikin" hat vekirin. 

Piştî meşê ciwan li ser gora yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Çiçek deqeyek rêz girtin. Di ziyaretê de endamekî Meclîsa Ciwanan a BDP'ê axivî, banga kongreyê kir û got: "Armanca kongreya me polîtîkayên qirêj ku li ser me dimeşînin li hemberê van ciwanên bi rêxistinî afirandine. Bi ciwanên rêxistin her tim em ê ber bi rojên azad ve bimeşin." 

Piştî axaftinê ciwan bi karwanekî meşiyan Salona Sporê ya Seyrantepeyê.