Benda kontrolê rastî êrîşî hat: kesekê jiyana xwe ji dest da

Benda kontrolê rastî êrîşî hat: kesekê jiyana xwe ji dest da

Komeke çekdar êrîşî benda kontrolê ya gundê Maşûqî kir û di encamê de kesekî jiyana xwe jidest da û 2 birîndar bûne.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin şevê din piştî nîvê şevê komeke çekdar bi guleyan êrîşî benda kontrolê ya ketine gundê Maşûq a Herêma Aliyan a Tirbesiyê kir. Hate gotin ku di encama êrîşî de kesekî jiyana xwe jidest da û 2 kes birîndar bûne. Hate hînbûn ku koma çekdar piştî êrîş pêk anîn ji cihê bûyerê reviyane.