BDP: Rojnamevanên girtî serbest berdin
BDP: Rojnamevanên girtî serbest berdin
BDP: Rojnamevanên girtî serbest berdin
Partiya Aştî û Demokrasiyê beriya "Doza Çapemeniyê ya KCK'ê" ku dê sibê li Stenbolê destpê bike daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li her kesî kir ku piştevaniya rojnamevanên girtî bikin. BDP'ê xwest hemû rojnamevan serbest werin berdan.
Navenda Giştî ya BDP'ê bibîr xist ku doza darizandina 20 jê girtî 46 rojnamevanan di heman demê de doza darizandina azadiya çapemenî û demokrasiyê ye û got, "Ev 2 sal in bi neheqî û şêweyekî bê hiqûqî, rojnamevanên dîl hatine girtin ji ber perdeya derewan çirandine, rastî li vî welatî nivîsandine, aştî, azadî, wekhevî û demokrasî parastine, li dijî sîstema yekperestî, redkarî û asîmîlasyonê derketine, tên darizandin.
Ti siparteyeke hiqûqî û rewa ya sûcên li wan tê kirin nîne. Sûcê yekane yê kedkarên çapemeniya azad, rojnamevanî û ronîkirina gel e. Yên ku bi palpiştiya 'sûcê terorê' nêzî wan dibin, ew bi xwe li vî welatî teroreke hiqûq û demokrasiyê dimeşînin."
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Gelo ji ber ku ev kesên bi tenê karê rojnamevaniyê kirine di rojnameyên neketine pevguhertina îhale-propaganda ya bi hikûmetê re xebitîne, weke terorîst tên îlankirin?
Ji ber ku ev rojnamevan ji aliyê Wezareta Propaganda ya Taybet nehatine dîktekirin, terorîst in?
Eger çêkirina nûçe, nivîsandina nivîsê li derveyî sîparîşa hikûmetê mînakeke demokrasiyê be, çawa çê dibe ku daxwaza Gerînendeyekî Giştî ji nûçegîhaneke rojnameyê ya ji bo çêkirina nûçeyekê, hiyareşiya rêxistinê ye?
Eger dê li rêxistin û hiyareşiyekê were gerîn, navnîşana vê ne çapemeniya azad e. Divê rêxistinbûyîna dewleta rasthev a hewl dide sîstema wesayeta xwe bi bêhiqûqî, zext, zilm û bêdengkirina civakê li ser piyan bigire û hêzên di çarçoveya dewlet-hikûmet-cemaetê yên bi vê dewleta rasthev re bi koordîneyî dixebitin, were temaşekirin.
Îro nîqaş tên kirin ku biryareke MGK ya di sala 2004'an de hatiye wergirtin, li dijî hin derdorên cemaetê hatiye bikaranîn an na. Lê, di serî de Kurd li dijî tevahiya mûxalefeta civakî ya demokratîk û çapemeniya azad, bi salan e her şêweyên zext û qedexeyan tê meşadin.
Rojnamevanên tên ragirtin, mîna bi hezaran siyasetmedarên girtî di encama operasyonên siyasî yên bi hevkariya rêxistinbûyîna rasthev a AKP-cemaet-dadgerî de hatin girtin. Eger îro li Tirkiyê azadî di bin zextê de be, dor li demokrasiyê hatibe girtin, pêkanînên mîna demên darbeyê di meriyetê de bin, berpirsyarê vê yekê desthilatdarî û hêzên li derveyî demokrasiyê yên pê re tevdigere ne.
Ji bo ku ev rastî dernekeve holê, gel hişyar nebe, bi her şêweyên propaganda qirêj, şerê psîkolojîk, dek û dolaban re têgihiştina civakî were rêvebirin, îro rojnamevan li girtîgehan tên ragirtin û çapemeniya mûxalîf di bin gefê de ye.
Doza çapemeniya azad di heman demê de doza demokrasiya Tirkiyê ye. Encama ji vê dozê derkeve holê, dê di heman demê de rêgeha Tirkiyê jî diyar bike. Em hêvîdarin ku dê Tirkiyeya di pêvajoya çareseriyê de ye, tavilê xwe ji şerma darizandina rojnamevanan rizgar bike û kedkarên çapemeniya azad jî demek beriya demekê bigihêjin azadiya xwe. Lewma biryarek di vî warî de were dayîn wê di heman demê de nîşaneyek samîmiyetê be ji bo pêvajoya çareseriyê.
Xwedîderketina li vê dozê, piştevaniya bi rojnamevanên girtî re, xurtkirina sekna wan a bi pîvan, biryardar û bi rûmet, di heman demê de xwedîderketina li demokrasî û azadiyê, xwedîderketina li çapemeniya azad e. Divê neyê ji bîrkirin; eger çapemenî azad nebe civak jî siyaset jî azad nabe.
Em bang li her kesî dikin ku beşdarî rûniştina sibê bibin û piştevaniya rojnamevanên girtî bikin.
Em bang li hikûmetê dikin ku Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê ya li pêşiya azadiya raman, rêxistinbûyîn, siyaset û çapemeniyê asteng e û madeyên pêwendîdar ên TCK yên azadiyan asteng dikin tavilê rake û dest ji polîtîkaya pelçiqandin û bêdengkirina civakê berde."