BDP: Emê li pêşberî darvekirinên li Îranê bêdeng nemînin
BDP: Emê li pêşberî darvekirinên li Îranê bêdeng nemînin
BDP: Emê li pêşberî darvekirinên li Îranê bêdeng nemînin
BDP'ê darvekirina girtiyên Kurd li Îranê şermezar kir û bang li rejîma Îranê kir ku ji vî gunehê xwe yên li dijî mirovahiyê vegere. BDP'ê bang li gel û aktorên siyasî kir ku li dijî vê pêkanîna ku dikare aştiya li herêmê ji holê rake, helwestê nîşan bidin.
Navenda Giştî ya BDP'ê nerazîbûn nîşanî darvekirina girtiyên Kurd ên li Îranê da.
BDP'ê got, "Rejîma Îranê mixabin li dijî Kurdan polîtîkaya darvekirinê ya gunehekî li dijî mirovahiyê ye dewam dike" û bibîr xist ku di 21-22'ê Mijdarê de 2 girtiyên din ên Kurd hatine darvekirin û li gel darvekirinên dawî di nava çend mehan de 17 girtiyên Kurd hatine darvekirin.
Di daxuyaniya Navenda Giştî ya BDP'ê de hat gotin, "Ji ber van darvekirinan em bi hêrseke mezin rejîma Îranê şermezar dikin. Ev polîtîkaya darvekirinê ya ji bo pelçiqandin û teslîmgirtina gel tê meşandin, dê aştî û aramiyê ne bîne ji gelên Îranê ne jî ji cografya Rojhilata Navîn. Diyare ku ev polîtîkayên hovane û zordar ên ji bo astengkirina bidestxistina mafên Kurdan tên meşandin, di roja me ya îro de bêwate ne û derbasdar nînin. Rejîma Îranê bi van darvekirin û polîtîkaya zextê de dê nikaribe gelê Kurd teslim bigire, dê nikaribe pêşî li meşa azadiyê ya gelê Kurd bigire." BDP'ê bang li rejîma Îranê ku ji vê polîtîkaya xwe ya darvekirinê vegere.
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Em bang li rejîma Îranê dikin, ku di serî de mafê jiyanê hemû mafên bingehîn ên mirovan, mafên çandî, nasnameyî û azadiyê bixe bin garantiyê û bi vê armancê gavan biavêje. Em bang li hemû aktorên siyasî dikin ku li dijî vê pêkanîna dikare aştiya li herêmê ji holê rake, helwesteke zelal nîşan bidin.
Ji tevahiya malbatên girtiyên siyasî yên hatine darvekirin û gelê xwe yê li Îranê re sersaxiyê dixwazin. Weke Partiya Aştî û Demokrasiyê em destnîşan dikin ku emê bi gelê xwe re li pêşberî van darvekirinan bêdeng nemînin û di her firsendê de nerazîbûna xwe ya demokratîk li hemberî vî sûcê li dijî mirovahiyê nîşan bidin."