BDP'ê xwîndariya 27 salan bi dawî kir
BDP'ê xwîndariya 27 salan bi dawî kir
BDP'ê xwîndariya 27 salan bi dawî kir
Parlamenterê Mêrdînê yê BDP'ê Erol Bora yê di xwarina aştiyê ya ji bo malbata Ayhan û Alicioglu yên 27 sal in di navbera wan de xwîndarî heye de axivî got, "Eger em nebin yek emê nikaribin li Mezopotamya û Kurdistanê aştiyê pêk bînin. Eger em aştiya di navbera gelan de pêk bînin wê ev diyariya herî girîng be ya em bidin Birêz Serok Ocalan."
Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê malbata Ayhan û Alicioglu ya 27 sal in di navbera wan de neyartî heye li hev anî. Di xwarina aştiyê de Parlamenterê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Bora, endam û rêveberên MEYA-DER, TUHAD-DER, MADEY-DER, şaredarên Qoser û Dêrikê, malbatên Ayhan û Alicioglu jî amade bûn. Bi sedan welatiyên ku li Mala Gel a Şex Dawid Yalçinkaya hatin gel hevdu heta konê Taxa Koçhîsar meşiyan. Hevserokê Rêxistina Mêrdînê Reşat Kaymaz ê axaftineke kurt kir got, "Aştiya di navbera her du malbatan de hatiye kirin, di rastiyê de di navbera civaka kurd de hatiye kirin. Divê êdî pirsgirêkên di navbera kurdan de ji holê rabin û divê kurd yekîtiya xwe çêbikin."
'WÊ EV DIYARIYA HERÎ GIRÎNG BE YA EM BIDIN BIRÊZ SEROK OCALAN'
Piştî Kaymaz Parlamenterê Mêrdînê yê BDP'ê Erol Bora diyar kir ku aştî di cîhanê de diyardeyeke gerdûnî ye û di tevayî baweriyan de aştî xwedî cihekî pîroz e." Bora da xuyakirin ku pêvajoya "çareseriya demokratîk" a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin pir bi wate ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê em qîmet bidin mirovên ku ji aliyê Xwedê ve hatine afirandin. Tu heqê kesî nîne hevdu bikujin. Yên bikevin nav hewldanên wiha li hember îradeya Xwedê derdikevin. Hem di aliyê însanî, olî û siyasî de jî bifikirin wê bê dîtin ku aştî diyardeyeke pir girîng e. Eger em nebin yek em ê nikaribin li Mezopotamya û Kurdistanê aştiyê pêk bînin. Eger em aştiya di navbera gelan de pêk bînin wê ev diyariya herî girîng be ya em bidin Birêz Serok Ocalan."
Piştî axaftina Dora, ferdên malbata Ayhan û Alicioglu jî kesên tevkarî li aştiya di navbera wan de kirine spas kirin.