BDP'ê pêşniyarên xwe yên berçav pêşkêş kir

BDP'ê pêşniyarên xwe yên berçav pêşkêş kir

BDP'ê li hemberî rapora Komîsyona Çareseriyê ya Meclîsê raporeke alternatîf amade kir û xal bi xal pêşniyarên berçav pêşkêşî hikûmetê kir. Di raporê de hat xwestin Wezareta Demokrasî û Aştiyê ya Civakî were ava kirin, bingeha qanûnî bê afirandin, mercên Ocalan werin sererastkirin, girtiyên siyasî bên û perwerdeya bi zimanê dayikê were dayîn. BDP'ê di raporê de her wiha bal kişand ser xweseriya demokratîk û pêşniyarên xwe yên bingehîn aşkera kir.

Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê, ku bi armanca nirxandina pêvajoya çareseriyê û lêkolîna rêyên aştiya civakî hat avakirin û li nava raya giştî weke "komîsyona çareseriyê" tê zanîn, çav li rê ye îro bi awayekî fermî rapora xwe aşkera bike. Li hemberî rapora ku hînê nehatibû aşkerakirin me berfirehiya wê ji raya giştî re aşkera kir, BDP'ê raporek ji 443 rûpel û 9 beşan a alternatîf amade kir.

Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken û Parlamenterê BDP'ê yê Bêdlisê Husamettîn Zenderlîoglû, "Rapora Komîsyona Nirxandina Pêvajoya Çareserî û Lêkolînkirina Rêyên Aştiya Civakî" ya ji aliyê BDP'ê ve hat amadekirin, pêşkêşî Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek û komîsyonê kir.

'DIVÊ PAQIJIYA RÊ BÊ KIRIN; XWESERIYA DEMOKRATÎK PÊŞNIYARA ME YA BINGEHÎN E'

BDP'ê di beşa 'Sererastkirinên Hiqûqî' ya rapora xwe de 'paqijiya rê' xwest û destnîşan kir tavilê pêwistî bi bicihanîna pakêta demokrasiyê heye. Hat ragihandin ku ji bo vê yekê jî divê Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê bê rakirin û yên ji ber vê yekê di girtîgehan de ne bên berdan.

Di beşa 'Destûra Bingehîn' a raporê de xweseriya demokratîk di bin sernaveke cuda de hat nirxandin û hat gotin, "Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a xwedî paşerojeke du sed salan e û ji bo Tirkiye bibe xwedî rêveberiyeke demokartîk pêwîste Xweseriya Demokratîk di destûra bingehîn a nû de bê pejirandin. Ev pêşniyar di heman demê de tê wê wateyê ku yek ji daxwazên bingehîn ên civaka Kurd bi destûra bingehîn tê ewlekirin.

Beşên din ên raporê jî ji mijarên "Bicihkirina Edaletê", "Reformên Saziyî", "Di pêvajoyên Aştî û Muzakereyê de Komîsyonên Heqîqatê", "Li Tirkiyê Naskirina Cihêrengiyên Civakî û Qebûlkirina Wan", "Komîsyona Çareseriya Aborî û Şer", "Zayendiya Civakî" pêk tê.

Beşa "Nirxandin û Encamê" ya raporê jî ji pêşniyarên berçav pêk tê. Di nava pêşniyaran de; gavên qanûnî yên lezgîn ên divê werin avêtin, piştî pêkanîna mercên têkoşîna siyasî û demokratîk, ji bo hêzên çekdar cihê xwe di jiyana siyasî de bigirin afirandina şert û mercan, sererastkirina mercên Ocalan lê tê ragirtin, guhertina nêzîkatiya fermî ya li Rojava, naskirina statuya gelê Kurd, beş bi beş rakirina sînorên çêkirî yên navbera Kurdan, serbestberdana girtiyên siyasî û zimanê dayikê, cih digirin.

32 PÊŞNIYARÊN BERÇAV

Di rapora BDP'ê ya ji 32 daxwazan de, ji bo mayîndebûna aştiya civakî hat xwestin ku tavilê bingeheke qanûnî bê danîn.

Detayên pêşniyarên berçav ên BDP'ê ji bo aştiya civakî wiha ne:

"1- Ji bo mayîndebûna aştiya civakî, tavilê amadekariyên bingeha qanûnî bên destpêkirin. 

2- Hemû şert û mercên Birêz Ocalan, ku yek ji aktorê bingehîn ê siyasî yê pêvajoya muzakere û çareseriyê ye, ji bo karibe muzakereyan bimeşîne ji nû ve bên sererastkirin û başkirin. Tevî serdanên malbat û heyetên fermî, derfet werin afirandin ku rojnamevan, nivîskar, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl karibin pê re hevdîtinê bikin. Sîstema tecrîdê ji holê bê rakirin û li gel hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehan, ji Birêz Ocalan re jî mafê siyasetê bê dayîn û şert û mercên vê yên qanûnî werin afirandin.

3- Piştî ku şert û mercên têkoşîna siyasî û demokratîk hatin afirandin, ji bo hemû hêzên çekdar karibin beşdarî jiyana siyasî bibin rewş û mercên pêwîst werin avakirin.

4- Ji bo Pêvajoya Muzakere û Çareseriyê bi lez bimeşe, divê guhertinên qanûnî û li gel vê paqijiya rê bê kirin. Li gorî vê yekê, Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê bê rakirin, hin xalên cuda yên Qanûna Ceza ya Tirk (TCK-215, 220, 314) tavilê li gorî pîvanên hiqûqî yên demokratîk û gerdûnê werin sererastkirin, bi sererastkirinên nû re girtiyên nexweş bi lezgînî werin berdan, bi guhetina di Qanûna Meş, Xwepêşandan û Civînê de astengiyên li pêşiya mafê bilêvkirina daxwaz û mafên demokratîk werin rakirin, bi sererastkirina Qanûna Mûhakemeya Ceza re dawî li girtinên demdirêj û neheq bê anîn, di vê çarçoveyê de girtiyên siyasî yên heyî werin berdan, bi guhertina di Qanûna Hilbijartinê ya Parlamenteriyê re benda ji sedî 10'an a hilbijartinê were rakirin, bi guhertina di Qanûna Partiyên Siyasî re pêşî li xebatên demokratîk ên hilbijartinê were vekirin, partiyên ji sedî 1 ê dengan wergirtbe, alîkariya xezîneyê bistînin, ji bo propaganda bi zimanê dayikê guhertinên pêwîst ên qanûnî bên kirin, dadgehên bi erka taybet tavilê werin rakirin, li gel gavên siyasî û demokratîk ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, polîtîkayên ji dema şer mayî û mayînde bûne, tavilê werin rakirin. Yek ji van jî rakirina cerdevaniyê ye.

5- Di vê pêvajoya 'nû' ya Tirkiye ji xwe re li rêyekê digere de, di şûna pakêtên nû de, ji bo ronîkirina heqîqetan ku Kurd jî were aliyekî li ser radiwest in, rûbirûbûna bi paşerojê bê kirin. Ji ber vê yekê divê tavilê bi biryara Meclîsê re Komîsyonên Rûbirûbûn û Lêkolîna Heqîqetan bên avakirin.

"DIVÊ ROJAVA BÊ NASKIRIN"

6- Li herêma me û bi taybetî li Rojava pêşketinên siyasî tên jiyîn ku welatê me ji nêz ve eleqedar dike. Nêzîkatiyên neteweperest ên li dij mafê xweseriyê ku mafê herî jiyanî yê Kurdên li Rojava ye û Fobiya Kurd zerareke mezin didin pêvajoya muzakere û aştiyê. Pêwîste hikûmet hurmetê nîşanî vîn û statuya gelê Kurd a li Rojava bide. Beş bi beş sînorên çêkirî yên navbera Kurdan werin rakirin.

"DIVIYABÛ KOMÎSYONA ÇARESERIYÊ BI OCALAN RE BICIVIYA"

7- Li gel gelek pêşniyarên me jî Komîsyona Çareseriyê ya Meclîsê bi mûxatabê esasî yê pêvajoya muzakere û aştiyê bi Birêz Ocalan re hevdîtin nekir. Em vê yekê weke kêmasiyekê dibînin. Ji bo çareserkirina vê kêmasiyê divê di bin sîwanê Meclîsê de Komîsyona Muzakere û Aştiya Civakî û berberî vê Komîsyona Rûbirûbûna bi Rastiyan re û Lêkolînkirina Heqîqetan bên avakirin.

8- Gelekî şaş e ku Komîsyona Çareseriyê ji aliyê Şêwirmendiya Ewlekariya Dewletê ve hatiye koordînekirin. Ji ber ku pirsgirêk ne pirsigirêka ewlekariyê, pirsgirêka aştî, azadî, maf û ya herî girîng jî pirsgirêkeke polîtîk e. Ji bo çareserkirina vê kêmasiyê, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a xwedî paşerojeke sed salan, bersiv ji demokrasiyê re bê dayîn Wezareta Demokratîk û Aştiya Civakî bê avakirin.

9- Divê Komîsyona Misakî Millî ku yek ji heyşt komîsyonên ji aliyê Birêz Ocalan ve hatibû pêşniyar kirine, di bin sîwanê Meclîsê de bê avakirin.

10- Li ser bingeha 'mafên takekesî û kolektîf' hemû yek in, diyar e ku pirsgirêka Kurd a 200 salan dê bi tena serê xwe bi mafên takekesî neyê çareserkirin. Pêwîste Kurd weke gelekî bê naskirin.

11- Girîng e sîstemeke siyasî ya xweser û demokratîk bikeve meriyetê ku hemû gel û komên ji baweriyên cuda yên li vê xakê karibin bi awayekî azad û wekhev bi hev re bijîn. Pêwîste mijarên Neteweya demokratîk, Welatê Demokratîk, Komara Demokratîk û Xweseriya Demokratîk ji nîqaşê re bên vekirin. Komareke nû ya li ser bingeha mafên wekhev û neteweya demokratîk, pêşniyara bingehîn a partiya me ye.

12- Ji bo Tirkiye bibe xwedî rêveberiyeke demokratîk û herêmî, divê dînamîkên civakî yên herêmî bên xurtkirin, erkên otorîteya navendî werin bisînorkirin û reformên îdarî yên nû werin kirin.

13- Pêwîste bi hezaran siyasetmedar, parlamenter, rojnamevan, kedkar, aktîvîst û jinên di çarçoveya operasyonên 'KCK'ê yên ji bo tinekirina Tevgera Siyasî ya Kurd hat kirin de hatin girtin werin berdan û ji bo rêveçûna pêvajoyê, reformeke berfireh a dadgeriyê bê kirin û bingeha qanûnî ya "ji nû ve tevlêkirina li jiyana civakî" ya ji bo hemû girtiyên siyasî, werin amadekirin.

14- Hewceye hikumên dibin sedema astengkirina faaliyet û girtiya partiyên siyasî ji nû ve bên sererastkirin û girtiya partiyan bê zehmetkirin.

15- Di çarçoveya mafê nasnameya çandî de di serî de ji bo civaka Kurd ji bo tevahiya nasnameyên cuda yên li vê axê dijîn mafên kolektîf bên dayîn û astengiyên qanûnî yên li pêşiya jiyana azad a nasnameyên cuda û komên baweriyan, bên rakirin, ev mafên wan bi destûra bingehîn werin ewlekirin.

16- Ji bo navên cihê cografî yên bi Kurdî û hemû zimanên din werin radestkirin, guhertinên qanûnî bên kirin.

17- Mewzûata ceza ji nû ve bê sererastkirin, hikmên antî demokratîk û li pêşiya azadî û mafên mirovan ên bingehîn asteng in, bên rakirin.

18- Astengiyên li pêşiya azadiya çapemenî û ramanê werin rakirin. Astengiyên li pêşiya weşana zimanên ji bilî Tirkî bên rakirin.

"PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ BI DESTÛRA BINGEHÎN WERE EWLEKIRIN"

19- Pêwîste mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, bi destûra bingehîn were ewlekirin. 

20- Ji bo li saziyên dewletê xizmeta bi zimanê dayikê bê dayîn, guhertinên pêwîst ên qanûnî werin kirin. Di serî de qadên tenduristî, edalet û perwerdeyê, divê li hemû qadên cemaweriyê xizmeta bi pir zimanî were dayîn.

21- Divê pêkanînên cihêkar ên mezhebî, milîtarîst û cezayî yên di qanûnên heyî de ji xwe re esas digire, ji holê bên rakirin.

22- Zerarên ji ber koçberiya bi zorê di demeke kurt de bi têrkerê bên tanzîmkirin û ji bo vegerê guhertineke nû ya aborî, sosyolojîk bê kirin.

23- Qadên jiyanê (gund û mezra) yên di şerê 30 salan de mirov neçar man jê koç bikin û xera bûn werin sererastkirin, ji bo vegera rojnamevan, nivîskar, siyasetmedarênl i Ewropayê, vegera mirovên li Kampa Mexmûrê, vegera saziYên Kurdan ên li sirgûnê (Radyo, Televîzyon, Çand û Hunerd, Rojname) bingehên qanûnî bên amadekirin.

24- Yek ji faktora herî girîng a dûbarebûna binpêkirina mafên mirovan û bilindbûna asta tundiya hêzên dewletê "polîtîkaya bêcezakirinê" ye. Di vê çarçoveyê de pêwîste dozên Temîzoz û Mûsa Çîtîl werin bibandorkirin û dozên nû werin vekirin.

25- Komkujiya Roboskî ku di demeke nêz de bi qetilkirina 34 mirovên sivîl bi encam bû, ji bo pêkhatina edaletê sernavekî gelekî girîng e. Berpirsyarên komkujiyê hînê nehatiye darizandin û ne dadgerî ne jî komîsyona mafên mirovan, gihaştine encameke tetmînkar. Ronîkirina vê komkujiyê, darizandin û cezakirina berpirsyaran, di paqijiya rê ya pêvajoya çareseriyê û çareserkirina travmaya civakî de girîng e.

26- Pêwîste saziyên li nava dewletê bi taybetî jî burokrasiya ewekariyê, li gorî pîvan û pêwistiyên mafên mirovan û demokrasiyê ji nû ve bên sererastkirin. Li gorî vê yekê di nava artêş û emniyetê de rerformên bingehîn bên kirin.

27- Qadên mayinkirî bên paqijkirin û herêmên qedexe yên leşkerî ji bicihbûn-çandiniyê re bên vekirn.

28- Dewamkirina çêkirina kalekolan di nava civakê de baweriya bi pêvajoya çareseriyê qels dike û rê li ber fikaran vedike. Di çarçoveya zerara li xweza, dîrok û çandê dawî li HES û Bendavên ewlekariyê were anîn. Di şûna van de çavkaniyên enerjiya alternatîf werin afirandin.

29- Li Tirkiyê ji bo naskirina cihêrengiyên civakî û qebûlkirina wan, qadên bîranînê û navendên bîra civakî bên avakirin.

30- Pêvajoyên aştiyê bêyî jinan civakî nabin. Ji ber vê yekê ji bo jin bi awayekî wekhev û aktîf di pêvajoya çareseriyê de cih bigirin, xebatên pêwîst werin kirin.

31- Guhertinên qanûnî yên ji bo wekheviya jin-mêr a li qadên siyasî, aborî û civakî pêk tîne, werin kirin û tavilê bicih werin anîn. 

32- Destûreke nû ya bingehîn a vîna jiyana bi hev re xurt dike, her şêweyên cihêkariya nîjadp, zayendperestî, ol û mezhebî ji holê radike, hevsengiya ekolojîk li ber çavan digire, xwe dispêre ked û demokrasiyê, bê amadekirin."