BDP’ê li Îpekyolu’yê namzetên xwe dan nasîn
BDP’ê li Îpekyolu’yê namzetên xwe dan nasîn
BDP’ê li Îpekyolu’yê namzetên xwe dan nasîn
Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) ku xebatên xwe yên pêş hilbijartinên herêmî yên 30’ê Adara 2014’an ku dimeşîne, piştî ku Wan bu Bajarê mezin şûnde Îpekyolu ku statuya navçetiyê qezenc kir, namezetên jin yên xwe bi gel dan nasîn.
Îpekyolu ku yek ji navçeyên BDP’ê kotaya jinê lê pêk aniye bi armanca danasîna namzetên xwe bi civîna ku li Navenda Çanda Nuda çêkir, endamên Komisyona Navendî ya Hİlbijartina a BDP’ê, endamên BDP’a bajarê Wanê, rêveberên navçeyan, nûnerên rêxistinên civakên sivîl û namzetên şaredariyan tevlî bûn.
Li vir serokê Navenda Naveçeya Îpekyolu Ahmet Enterili ku axivî diyar kir hilbijartinên herêmî yên 2014’an ji bo kurdan nîtelika referandumê dihilgire û banga gel piştgirî bide namzetên jin kir.
Aktivîsta DOKH’ê Nihal Ay ku piştî Enterlili axivî diyar kir ku “pêvajoya çareseriyê a demokratîk” ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpê kirin ji bo ku veger mûzakereyan pêwiste hîn zêdetir xebat bê kirin û wê bi sîstema hevserokatiyan rêveberiya şaredariyan hîn zêdetir û xweşiktir bibe.
Piştî axaftinan namzetên Serokatiya Şaredariya Navçeya Navendî Îpekyolu Aygul Bidal, Eylem Açikalin, Sahire Yaman, Seyhan Kiliçacar, Hatice Gunel derketine pilatformê û xwe dane nasîn.