BDP’ê demê serlêdana ji bo namzetiyê dirêj kir
BDP’ê demê serlêdana ji bo namzetiyê dirêj kir
BDP’ê demê serlêdana ji bo namzetiyê dirêj kir
Komîsyona Navendiya BDP’ê û Komîsyona Navendiya Diyarkirina Namzetan, demê serlêdan kirina ji bo namzetiya endamtiya meclisa şaredariya hilbijartinên herêmî û endamtiya miclisa giştî dirêj kir.
Di belavoka ku Navenda Giştiya BDP’ê ji serokatiya bajar a partiyê re şandin de dîroka serlêdan namzetiyê ya ji bo endamtiya meclisê ji 10’ê Mijdarê ta 30’ê Mijdarê hatibû destnîşan kirin. Di belavokê de Komîsyona Navendiya Hilbijatinê daxwazên giştî nirxandin û dîroka serlêdanê heya 20’ê Kanûnê dirêj kir.
Belavoka mijara gotinê wiha hatiye destnîşan kirin: “Ji bo endamtiya Giştî û Meclisa Şaredariyê kota ji sedî 40 wê berçav were girtin. Dê 750 TL ji serlêdanên jin û kesên kêmendam neyên girtin.”