BDP’a Kercewsê namzetên xwe dan naskirin

BDP’a Kercewsê namzetên xwe dan naskirin

BDP’a Kercewsê bernamzetên ji bo serokatiya şaredariyê bi civînekê bi welatiyan dan nasandin.
BDP’a Kercewsê ya Êlihê derbarê hilbijartinên herêmî de li mala şêniyê ya taxa Baglarbaşiyê civîna gel pêk anî. Di civînê de li gel endamên Komisyona Hilbijartinê ya BDP’a Êlihê, rêveberên BDP’ê û gelek welatî amadebûn.

Endamên Komisyona Hilbijartinê bal kişandin ser pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin jî axivîn û diyar kirin ku di hilbijartinên herêmî de ku BDP li Êlih û derdorên wê qezenç bike ji bo gelê Kurd pir girînge.

Piştre 4 namzetên BDP’ê yên ji bo serokatiya şaredariyê serlêdan kiribûn ji bo gel behsa projeyên xwe kirin û derbarê xwede agahîdan gel.