BDP’a Ertemêtan namzetên xwe yên jin da nasandin
BDP’a Ertemêtan namzetên xwe yên jin da nasandin
BDP’a Ertemêtan namzetên xwe yên jin da nasandin
Yek ji navçeyên ku BDP’ê lê kotaya jinê diyar kirin navçeya wanê Ertemêtan ( Edremîte). Îro BDP’ê namzetên xwe yên serokşaredar yên Ertemêtan bi civînekê ji bo gel dane nasandin.
Yek ji navçeyên Wanê ku BDP’ê kotaya jinê lê diyar kiriye, navçeya Ertemêtan ( Edremît)’e. Îro rêkxistina BDP’ê ya navçeya Ertemêtan ya BDP’ê bi civînekê namzetên ku ji bo serokşaredariyê serlêdan kirine, bi gelê navçeyê da nasandin.
Di civîna ku dibin konê hatî vedan de posterên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn hilawistin de endamên meclîsa BDP’ê Ramezan Yildiz, serokê BDP’a Wanê Musa İtah, serokşaredarê Ertemêtan Abdulkerîm Sayan û kesên ji bo serokşaredariyê bûne namzet di civînê de amade bûn.
Di civînêde serokê BDP’a bajarê Wanê Musa İtah liser rolê jina Kurd di dîrokê de heya roja meya îro axaftinek kir û wiha got: “ wekî di dîrokêde çawa jina Kurd rolê xwe leyîstiye diroja meya îro dejî tevlî têkoşîna azadiyê dibe. Em bi hilbijartina serokşaredarên xwe yên jin heya dawî bi bawerîn ku wê di karên xwede biserbikevin û baweriya me heya dawî yê jî biwana heye.”
Piştî axaftina Musa İtah, namzetên jin yên ji bo serokşaredar serlêdan kirine;Turkan Işik, Melek Şedal, Aynûr Tarhan, Jinda Rugeş Kaçak, Mehtap Dinçer, Dilek Akdag û Necla Aydemir bi projeyên xwe ji bo gel hatin nasandin.