Bayik: Tirkiyê şer nesekinand, berê şer guherand

Bayik: Tirkiyê şer nesekinand, berê şer guherand

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku hikûmeta AKP'ê pêvajoya çareseriyê qurbanî hilbijartinê kiriye. Bayik da xuyakirin ku AKP dikare ji bo qezençkirina hilbijartinan bixebite, ev mafê wê yê herî xwezayî ye û got, "Me ev gav ji bo AKP hilbijartinan qezenç bike, ji bo desthilatdariya xwe dewam bike neavêtin. Dîsa me ev gav, ji bo Tirkiye-AKP li hemberî gelê Kurd ê li Rojava şerê qirêj bimeşîne, neavêtin. Me ev gav ji bo çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêkê avêtin. Me şer sekinand, lê AKP-Tirkiye şer nesekinand. Berê şer guherand. Berê şer ji Bakur zîvirand Rojava, li Rojava bi her awayî şer meşand û hînê dimeşîne."

Bayik ragihand ku di pêvajoya çareseriyê de dema diyalogê qediyaye, divê dema muzakereyê destpê bike û got, "Lê belê ji ber ku niyeta hikûmetê ya di vî warî de nîne, pêvajo hilweşiyaye."

‘PKK BI VEKIRÎ SIYASETÊ DIKE’

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bersiv da pirsên nûçegîhanê rojnameya Ozgur Gundemê Ogûz Ender Bîrîncî û destnîşan kir ku PKK ne tevgereke ku bi şantaj û gefan siyasetê bike.

Bayik ragihand ku ew siyaseteke bi vê rêbazê şaş dibînin û got, "Û em misoger li dijî vê radiwestin. PKK bi awayekî zelal û vekirî siyasetê dike. PKK di partîbûyînê de vê pîvanê ji xwe re esas digire. Siyaseta bi rêbaza şantaj û gefê rêbaza siyaseta serdestan e. Em tevgerek li dijî serdest û koledariyê ne."
Bayik got, "Eger hin derdor daxuyaniyên me weke daxuyaniyên hişk û tund dinirxînin divê baş bizanibin ku sedema dayî van daxuyaniyan jî hikûmet e, rêveberên Tirkiyê ne. Bayik axaftina xwe wiha dewam kir: "Yê ku me neçarî van daxuyaniyan dike hikûmet û dewleta Tirk e. Jİ ber ku nêzîkatiyên wan ên li hemberî Rêber me, gel û tevgera me, gelekê bêhurmet in. Zimanekî welê bikar tînin ku vî Rêberî, vî gelî û vê tevgerê ji nedîtî ve tê. Mîna nêzî zarokan dibe, heqaretan dike. Bi hin bermayînan dibêjin qey dê karibe vî Rêberî, vî gelî û vê tevgerê bixapîne. Eger em helwesteke zelal nîşan didin, sedema vê ev e. Mîna ku henekê xwe bi civakê bikin, hin gavan diavêjin. Dibêjin, 'Vaye em pakêta demokrasiyê amade dikin, şoreşeke gelekî mezin e' lê di heman demê de di navbera Bakur û Rojava de dîwaran lê dike. Her wiha mîna ku Rêberê me tevgera me ji bo çareseriyê ti gav neavêtine, nêzîkatiyekê nîşan didin."

‘JI BO RÊYA MUZAKEREYÊ WERE VEKIRIN ME GELEK GAV AVÊTIN’

Bayik ragihand ku tevî ku wan ji bo pêşî li muzakereyan vebe gelek gav avêtine jî, dewlet û hikûmeta Tirk nêzîkatiyên xwe yên taktîkî dewam bi biryardarî dewam kiriye û got, "Her tim xwestin, di asta diyalogê de bihêlin. Me bi salan diyalog meşandin, li Oslo meşandin li Îmraliyê meşandin, diviyabû ev diyalgo ji 1'ê Hezîranê û pê ve veguheriya muzakereyê. Lê mixabin me dîtin ku niyeta wan a muzakereyê nîne. Ji aliyekî ve dibêjin ewê pirsgirêkê çareser bikin, dibêjin 'bisekinin dê tiştên baş çê bibe', lê ji aliyê din ve gaveke biçûk jî neavêjin, berevajî polîtîkayên mijûlkirinê, polîtîkayên xapandinê, polîtîkayên qezençkirina hilbijartinan dimeşînin."

Bayik diyar kir ku her tişt qurbanî hilbijartinê hatiye kirin û anî ziman ku mafê wê yê ji bo qezençkirina hilbijartinê bixebite, lê belê ji ser gavên wan avêtine nikarin vî karî bikin. Bayik got, "Nikarin van gavên me qurbanî vê bikin. Me ev gav ji bo AKP hilbijartinan qezenç bikin neavêtin, ji bo AKp desthilatdariya xwe dewam bike neavêtin. Dîsa me ev gav ji bo AKP-Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê li dijî gelê Kurd şerê qirêj bimeşîne neavêtin. Me ev gav ji bo çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêkê avêtin."

Bayik da xuyakirin ku wan şer sekinandine, lê belê AKP-Tirkiye şer nesekinandiye, berê şer guherandiye û got, "Berê şer ji Bakur zîvirandin Rojava, li Rojava bi her awayî dest bi şer kir û hînê jî şerê xwe dimeşîne. Bêguman emê vê qebûl nekin. Tuyê ji aliyekî ve şer bibe Rojava, li aliyekî dîwar lê bike û ji aliyê din ve jî tuyê bêje 'pêvajo dimeşe.' Gelo ev pêvajo çawa dimeşe? Şert û mercên Rêbertiyê nayê guhertin, dewleta Tirk dê weke dewletê bi heyetên xwe re nîqaş bike, li dora masê rûnê lê Rêbertî di nava şert û mercên giran ên mehkûmiyetê de bi tena serê xwe rûnê. Diyare ku pêvajo bi vî rengî nameşe.

AKP naxwaze pirsgirêkê çareser biek, berevajî dixwaze me ber bi şer ve bibe. Ji ber ku me li pêşberî şahîdiya cîhanê gotin em şer radiwestînin, em dixwazin pirsgirêkê bi rêbazên demokratîk çareser bikin û me ji bo vê hemû gav avêtin. AKP niha çi dike, hemû rêyên siyaseta demokratîk digire û bi tenê şer li ser me ferz dike. Dibêje, 'Ji xwe nikarin şer bikin, ya emê teslîm bigirin an jî emê tine bikin.' Bi vî rengî hewl dide me ber bi şer ve bibin. Em jî van hemûyan dibînin û bi raya giştî re parve dikin. Ya ku em dikin niha ev e. Naxwe tişta em dikin ne gef e ne şantaj e ne jî daxuyaniyên tund e."

Heverokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman ku AKP hemû gavên hatine avêtin ji nedîtî ve tê û bi tenê dixwaze agirbest dewam bike û naxwaze rewşeke şer rû bide. Bayik ragihand ku AKP naxwaze protestoyeke biçûk a li dijî xwe rû bide û got, "Dixwaze her kes bêdeng be, di nava vê bêdengiyê de têkeve hilbijartinan û qezenç bike. Stratejiya wê ev e. Lê diyare pirsgirêka Kurd îro pirsgirêka herî mezin a Rojhilata Navîn e. Sedema şerên li Rojhilata Navîn e. Sedema tevlîheviyê ye. Kî li Rojhilata Navîn aramiyê dixwaze, kî şer naxwaze aştiyê dixwaze, azadî, demokrasî, edalet û wekheviyê dixwaze, divê bixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike. Ji ber ku rêya aştî, demokrasî û azadiyê di çareseriya pirsgirêka Kurd re derbas dibe."