Bayik: Şehîdên gulanê mîna çelengên têkoşînê dijîn

Bayik: Şehîdên gulanê mîna çelengên têkoşînê dijîn

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku Denîz Gezmîş û hevalên wî, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya bûne sembola têkoşîna azadî, demokrasî û sosyalîzmê ya li Tirkiyey û got: “Şehîdên 6’ê Gulanê û meha gulanê mîna çelengên têkoşînê dijîn.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya bi sernavê “Şehîdên 6’ê Gulanê û meha gulanê mîna çelengên têkoşînê dijîn” a ku di rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîkayê de hate weşandin, behsa têkoşîna şoreşgerên pêşeng ên Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya û  şehîdên meha gulanê yên têkoşîna azadiyê kir. Bayik di nivîsa xwe de wiha dibêje:

“Denîz Gezmîş û hevalên wî, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya bûne sembola têkoşîna azadî, demokrasî û sosyalîzmê ya li Tirkiyeyê. Bêguman şoreşgerên sosyalîst ên wekî; Mustafa Suphî, Mihrî Bellî û Hikmet Kivilcimli jî bûne sembola vê têkoşînê. Wan jî ji bo têkoşîna şoreşgerî ya li Tirkiyeyê kedeke mezin dan û fedakarî kirin. Ji ber vê yekê jî ew sembol tev xwedî taybetmendiyên ku nikarin ji hev bên qutkirin in. 

Eger di roja me de em karibin qala têkoşîna demokratîk a li Tirkiyeyê bikin û li ber çavan bigirin rola têkoşîna bi pêşengiya van sembolan hatiye dayîn gelekî girîng e. Eger têkoşîna di pêşengiya van demokratên radîkal nebûya dê di roja me de hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê gelekî lawaz bûna. Ji ber vê yekê jî li Tirkiyeyê çiqas derfetên demokrasiyê hebin; di mijara demokratîkbûnê de ji dewletên din ên Rojhilata Navîn xwedî potansiyeleke zêdetir be em vê yekê deyndarê van hêzên demokrasiya radîkal ên hêja ne. Eger têkoşîna dehan salan a hêzên demokrasiya radîkal li ber çavan neyê girtin, di gava herî biçûk de jî ked û fedakariya wan neyê dîtin dê nirxandineke rast neyê kirin. Di roja me de demokrasiya ku di devê Tayyîp Erdogan, Kiliçdaroglu û hêzên din ên siyasî de bûye benîşt jî berhemekî ku bingehê wê têkoşîna van hêzan afirandiye ye. Pir aşkera ye ku têkoşîna tevgerên şoreşgerên ku van sembolan re pêşengtî kirine, vala neçûne. Bingehekî civakî û siyasî yê ku Tirkiyeyê bigihîne demokrasiya radîkal afirandine. 

Têkoşîna azadî û demokrasiyê ku di roja îro de bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin jî, ji Mustafa Suphî, Hîkmet Kivilcimli, Mihrî Bellî bigire heta Denîzan, Îbrahîman û Mahîran parçeyekî têkoşîna wan a bûye kevneşopî ye. Beriya Newrozê Rêberê Gelê Kurd bi heyeta BDP’ê re hevdîtin pêk anîbû û gotibû, “Em girêdayî bîranîna Mahîran, Denîzan û Îbrahîman in û em şopdarên kevneşopiya wan in.” Di vê çarçoveyê de ev sembol û kevneşopî di şexsê Tevgera Azadiya Kurd de bi şêwazekî bi hêz tê meşandin. Tevgera Azadiya Kurd di têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê û demokratîkbûna wê de xwedî cihekî gelekî girîng e. Di şikandina hemû paşverûtî û damarên paşverûtiyê de vê têkoşînê roleke mezin girtiye ser xwe. 

Eger ji 12’ê Îlonê û vir ve têkoşîna bi bedelên giran a vê tevgerê meşand tune bûya dê Tirkiye hê jî di nava tarîtiya 12’ê Îlonê de biperpitiya. Eger 12’ê Îlonê teşhîr bûbe, hemû rewabûna xwe winda kiribe û gihîştibe qonaxa ku bi tevahî were derbaskirin di vê yekê de roleke dîrokî ya Tevgera Azadiya Kurd heye. Tu hêz nikare vê yekê înkar bike. 

Hegemonyaya Kemalîzmê ya klasîk hatiye derbaskirin û tê xwestin ku hegemonyayeke nû bixin dewsa wê. Heger hegemonyaya îslama siyasî nikaribe hakim bibe di vê yekê de jî berxwedana Têkoşîna Azadiya Kurd bûye asteng. Wekî ku Rêberê Gelê Kurd jî dibêje, nabe ku hegemonyayeke nû bikeve dewsa ya kevin. Ji ber ku ji Mustafa Suphiyan heta Denîzan, ji Denîzan heta Kemal û Heqiyan ên ku têkoşîn meşandin bi rastî jî Tirkiyeyeke azad û demokratîk dixwestin. Bêguman tevî sosyalîst û kurdan li ser derdorên îslamî jî zext hatin meşandin. Lê belê di têkoşîna demokrasiyê de yên herî li pêş û berdelên giran dan kurd û hêzên çepgir in. Ji ber vê yekê ev hêz nahêlin li ser berdelên giran ku hatine dayîn, hêzên din hegemonyaya xwe biafirînin û bibin serdest. Hemû derdor û komên siyasî ji bo Tirkiyeyeke demokratîk a maf û hiqûq tê parastin, dê têkoşîna xwe bidomînin. Tê xwestin ku derdorên Îslamî jî di nava vê demokratîkbûnê de cihê xwe bigirin. 

Heta demokratîkbûn pêk neyê, ne mimkun e sosyalîzma rast pêk were. Ev rewş ji her demê zelaltir li ber çavan e. Pêşengên sosyalîzmê; Marks, Engels û Lenîn jî ev rastî anîne ziman. Tê zanîn ku nêrîna Mao jî nêzî vê yekê ye. Lê belê analîza dewletê ya kêm an îdiakirina ku her cure dewlet dijminê demokrasiyê ye ji ber ku wekî rastiyekê têr nehat îfadekirin, lawazmayîna kevneşopiya van lîderên sosyalîst jî bi xwe re anî. Lê belê ji destpêkê ve gihîştina tesbîta ku bêyî demokrasiyê sosyalîzm nikare pêk were ji bo teoriya sosyalîst daneyeke gelekî girîng e. Jixwe di nava dîrokê de jî em dibînin ku komunalbûn tê wateya demokratîkbûnê û demokratîkbûn jî tê wateya komunaliyê. Ya rast qanûn, hevkêşe û diyalektîka bingehîn a civakê ev e. Eger gotinên din bi vê yekê re hevdeng bin, wateyeke wan heye; berovajî vê yekê dê ji muhendîsiya civakî wêdetir nebin xwedî tu wateyê. 

Di vê meha ku Tevgera Azadiya Kurd wekî meha şehîdan bi nav dike de di serî de di şexsê Denîzan, Îbrahîman, Heqiyan, Karasunguran, Ferhatan û Halîl Çavgunan em hemû şehîdên demokrasî û şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînîn. Em di wê baweriyê de ne û careke din dubare dikin ku dê têkoşîna wan bi Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad were tacîdarkirin.”