Bayik: Cemaet li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd e

Bayik: Cemaet li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd e

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakrin ku cenaeta Fetûllah Gulen li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd e û anî ziman ku cemaet li Kurdistanê bi emniyet û MÎT'ê re dixebite. Bayik, ji ber gotinên li dijî şoreşa Rojava nerazîbûn nîşanî Barzanî da.

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di hevpeyvîna xwe ya li gel malpera înternetê ya Yuksekova Haber de, der barê mijarên cemaeta Fetûllah Gulen, şoreşa Rojava, hilbijartinên herêmî yên nêz dibin û kongreya neteweyî de daxuyaniyên girîng da.

Bayik di beşa dawî ya hevpeyvînê de da xuyaniyên cemaeta Fetûllah Gulen ên der barê pirsgirêka Kurd û pêvajoyê de nirxand û destnîşan kir ku ceamet teqez li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd e. Bayik da zanîn ku Gulen li dijî PKK û Kurdan gotina "Divê koka wan were tinekirin" bikar aniye û anî ziman ku guhertinên demên dawî yên di gotinan de, pêwendiya xwe bi kûrbûna nakokiyên navbera cemaet û AKP'ê heye.

Bayik ragihand ku beşa mezin a rêxistinbûyîna cemaetê li Kurdistanê ye û got, "Dema bi AKP'ê re pev biçe, bêguman neçar e ji Kurdan re biaxive. Bi destekgirtina ji Kurdan re neçare li dijî AKP'ê rawest e. Eger di dema dawî de helwesteke ku xwe weke alîgirê çareseriyê nîşan dide li holê hebe, sedema vê ev e. Ev jî polîtîkayeke gelekî qirêj e. Tevgera Fethûllah Gulen a hînê duh dixwest koka PKK û Kurdan bê rakirin, îro hewl dide xwe nîşan bide ku alîgirê Kurd e. Ev helwesteke durû ye. Ev helwesteke ji bo xapandinê ye."

Bayik diyar kir ku li pişt fûhûş û bikaranîna narkotîkê ya li Kurdistanê cemaet heye û got, "Bi destê polîsan, bi destê karmendên dewletê vanan hewl dan van qirêjiyan di nava keç û xortên Kurd de bide rûniştandin û civaka Kurd di warê exlaqî de hilweşîne. Xwe jî mîna ku xwedî li exlaqê derdikeve nîşanî civakê dide. Vana gotin in. Divê were dîtin ku bi van gotinan re dixwazin di pratîkê de çi binixumîne. Li hemû qadan, di fûhûş, eroîn û diziyê de şopa cemaeta Gulen her tim derdikeve pêş. Di vê mijarê de li Kurdistanê bi MÎT û Emniyetê re dixebitin. Di vê warî de belge hene."

Bayik nerazîbûn nîşanî gotina "Li Rojava şoreş nîne" ya Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesût Barzanî da û got, "Gotina 'li wê derê şoreş nîne' heraret li wê şoreşê, heqaret li berxwedana li wê derê, heqaret li gel û şehîdên wê derê ye. Mafê ti kesî di vî warî de nîne. Dibêjin Beşar Esad li wir e, xwe dispêrin wî û vê dikin. Dibêjin tişta li wir tê jiyîn ne şoreş e, tiştek li dijî Kurdan e. Dibêjin li wê derê dijberiya Kurd heye. Zarokek jî bi vê bawer nake. Em bêjin Kurdên li Rojava bi têkiliya bi Esad re ev kir. Başe gelo li Başûrê Kurdistanê li Hewlêre dema YNK hebû, PDK'ê çima bi Saddam re tifaq kir û êrîşî Hewlêrê kir û YNK ji wir derxist. Di vê rewşê de şoreşa Başûr şoreşeke mezin e? Dibêjin li Rojava şoreş nîne. Yanî Saddam ji Beşar gelekî baştir bû? Ne rast e ku mijar bi vî rengî were nirxandin. Nêzîkatiyên bi vî rengî rastiyan nîşan nade."

Dewama hevpeyvîna Cemîl Bayik a ji bo Necîp Çapraz ê ji Yuksekova Haberê wiha ye:

NE ME, EW HIŞAN TEVLÎHEV DIKIN

- Birêz Bayik gelek axaftinên we di çapemeniyê de cih digirin. Di çapemeniya Tirk de û hin siyasî van axaftinên we weke "hişan tevlîhev dike" û "radîkal" dinirxînin. Hûn vê çawa dinirxînin?

Navenda şerê psîkolojîk zêde dixebite. Gelek rastiyan berevajî dikin. Çi rast e çi derew e, bi hêsanî ji hev nayê neqandin. Ji ber ku çapemeniye ji bo vê gelekî zêde bikar tînin. Di warê şerê psîkojîk de jî bûne pispor. Aliyên wan ên; bandora li civakê, afirandina bendwariyan, bi xwe bawerkirinê gelekî xurt e. Ji ber vê yekê der heqê min, der heqê Rêberiyê, der heqê hevalên din û der heqê tevgera me de gelek propagandaya bêbingeh belav dikin. Eger cihê xwe bigire wê bigire, eger negire dê şopa wê bimîne. Bi wê ferasetê vê dikin. Dewleta Tirk rejîma şerekî taybet e. Şansê vê rejîmê yê li ser piya bimîne, bêyî şerê psîkolojîk û taybet, gelekî kêm e. Şansê hemû hêzên hatine ser desthilatdariyê bêyî şerê psîkolojîk kêm e. Eger van propagandayan dikin, ji bo vê dikin. Dixwazin rastiya PKK'ê baş neyê fêmkirin, tiştên PKK dike ji aliyê gel ve neyê fêmkirin. Berevajî vê propagandayê re hewl didin hem ya ew dikin neyê fêmkirin, hem jî Kurd, tevger û rêberê wê weke hêzên jê were tirsîn, bê nîşandan. Di rastiyê de ne em ew hiş û mejiyan tevlîhev dikin. Dibêjin; em radîkal in, hin hevalên me radîkal in, li dijî Rêbertiyê ne, li Rêbertiyê guhdarî nakin, alîgirên Îranê ne û gelek tiştên din dibêjin. Ti ji van bi rastiyê re eleqeya xwe nîne. Vana tiştên beyhûde ne. Dibe ku bi van propagandayan re xwe bidin jiyîn, lê êdî ev qediyaye.

BÊYÎ PKK, BÊYÎ KURDAN ÊDÎ LI ROJHILATA NAVÎN SIYASET NAYÊ MEŞANDIN

PKK û Kurd îro bûne hêza herî diyarker a Rojhilata Navîn. Êdî bêyî PKK, bêyî Kurdan li Rojhilata Navîn siyaset nayê kirin, statuyên nû nayên afirandin. Kurd êdî Kurdên yekemîn şerê cîhanê, duyemîn şerê cîhanê nînin. Kurd xwedî Rêbertiyê ye, di azadiyê de biryara xwe dane. Eger gelek di asta dilsoziyê de bi azadiyê ve hatibe girêdan, ne gengaz e ku êdî ew gel were înkarkirin. Ev gel bi têkoşîna xwe re li Rojhilata Navîn veguheriye hêza herî diyarker. Ev jî bi saya Rêber Apo ye. Ancax mirovên bê wicdan dikare vê înkar bike. Divê êdî çapemeniya Tirk li dijî Rêbertiya me û me, serî li tiştên ewçend qirêj nede. Eger çareseriyê dixwazin, divê rast nêzî tevgera me, rêberê me û gelê me bibe.

DU SEDEMÊN XWELIHEV RAKIŞANDINA AKP Û CEMAETA GULEN HENE

- Di rojên dawî de di mijara girtin an jî veguherina bo dibistanên taybet a dersxaneyan de, Cemaeta Gulen û Erdogan xwe li hev radikişînin. Hûn vê çawa dinirxînin? Her wiha hûn nêrînên Fetûllah Gulen ên der barê pêvajoya çareseriyê de samîmî dibînin?

Nakokiya navbera AKP û Fetûllah Gulen hem ji ber pevçûna desthilatdariyê hem jî ji ber hêzên navneteweyî ye. Sedema wê polîtîkayên wan ên li ser Rojhilata Navîn û Sûriyê ye. Bala xwe bidinê, demekê di rewşeke tifaqê de dimeşiyan. Têkoşîna desthilatdariyê dimeşandin. Piştî ku di vê têkoşînê de encamek bi dest xistin, vê carê di navbera xwe de dest bi têkoşîna desthilatdariyê kirin. Ji ber ku her hêza têkoşîna desthilatdariyê bimeşîne, bi teqezî dê qirêj bibe. Eger îro pevçûna navbera AKP û Fethûllah Gulen kûr bûye, ev ji ber pevçûna desthilatdariyê, ji ber qirêjbûnê ye. Aliyekî vê ev e, aliyê din jî aliyê navneteweyî ye. AKP bi polîtîkaya xwe ya li Rojhilata Navîn, li Sûriyê dimeşîne, li dijî DYA, Ewrûpa û hin dewletên Ereb ketiye helwesteke dijber. Lewma di navbera Tirkiye û van hêzan de sarbûnek heye. Davûtoglû bi xwe jî dema diçû serdana dawî ya Amerîkayê digot, armanca vê gerê çareserkirina sarbûna navbera Tirkiye û Amerîkayê ye. Ji ber ku Tirkiye li Sûriyê bi her alî piştgiriyê dide hêzên Cehetul El Nusra, Devletul Iraq-Şamê. Ev yek bi belgeyên xwe re di çapemeniya navneteweyî de cih girt. Destekkirina vê tê wateya kûrkirina şer, li Sûriye û Rojhilata Navîn tê wateya seknek li dijî polîtîkayên DYA û DYA-Ereb. Ji ber vê yekê, ev yek bandora xwe li polîtîkaya navxweyî dike. Eger tifaqa AKP-Fetûllah Gulen pirsgirêkê dijî, yek li aliyên wê jî ev e. Bandora polîtîkaya navneteweyî û têkoşîna ji bo desthilatdariyê.

FETÛLLAH GULEN TEQEZ LI DIJÎ ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD E

Fetûllah Gulen teqez li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd e. Vê dijberiya xwe bi salane bi rêya rêze-fîlmên televîzyonan nîşan dide. Ev yek dikare di gelek rêze-fîlmên Samanyolû de bê dîtin. Wekî din, axaftinên Gulen ên di hin civînên xwe de hene. Dibêje divê PKK û Kurd ji kokê ve werin tinekirin. Piştî ku di demên dawî de nakokiyên navbera Gulen û AKP'ê kûr bûn, Gulen gotinên xwe diguherîne. Dixwaze bi mijara Kurd re li AKP'ê bide. Hewl dide nîşan bide ku AKP çareseiya pirsgirêka Kurd naxwaze, ew dixwaze û bi vî rengî dixwaze desteka Kurdan bigire. Ji ber ku rêxistinbûyîna Fetûllah Gulen di rastiyê de rêxistinbûya li Kurdistanê ye. Li Tirkiyê rêxistinbûyîneke xwe ya cidî nîne, gelekî qels e. Kurdistan bi temamî radestî Fetûllah Gulen hatiye kirin. Rêxistinbûyîna Gulen li Kurdistanê heye. Dema bi AKP'ê re pev biçine, bêguman divê ji Kurdan re biaxive. Bi destekgirtina ji Kurdan re neçare li dijî AKP'ê rawest e. Eger di demên dawî de hewl dide xwe weke alîgirê çareseriyê nîşan bide, sedema vê ev e. Ev jî polîtîkayeke gelekî qirêj e. Tevgera Fethûllah Gulen a hînê duh dixwest koka PKK û Kurdan bê rakirin, îro hewl dide xwe nîşan bide ku alîgirê Kurd e. Ev helwesteke durû ye. Ev helwesteke ji bo xapandinê ye. Ne tenê ev. Li pişt fûhûş û bikaranîna narkotîkê ya li Kurdistanê cemaet heye. Her şêweyê bi exlaqiyê dimeşînin. Di anva vê kê kî hene? Yên ku weke Fetûllahçî didin nîşandan herî zêde di nav vî karê qirêj de xuya dikin. Bi destê polîsan, bi destê karmendên hewldê vanan hewl dan van qirêjiyan di nava keç û xortên Kurd de bide rûniştandin û civaka Kurd di warê exlaqî de hilweşîne. Xwe jî mîna ku xwedî li exlaqê derdikeve nîşanî civakê dide. Vana gotin in. Divê were dîtin ku bi van gotinan re dixwazin di pratîkê de çi binixumîne. Li hemû qadan, di fûhûş, eroîn û diziyê de şopa cemaeta Gulen her tim derdikeve pêş. Di vê mijarê de li Kurdistanê bi MÎT û Emniyetê re dixebitin. Di vê warî de belge hene."

MIJARA DERSXANEYÊ PERDEYA KARÊ BINGEHÎN E

- Girtina dersxaneyan bi dîtina we rast e?

Bi dîtina min pirsgirêk ne pirsgirêka girtin an negirtina dersxaxneyan e. Nakokiyên AKP û Fetûllah Gulen, aliyên wê yên navneteweyî xwe bi wê rêbazê nîşan dide. Di ser vê de nakokî û pevçûn tên dewamkirin. Mijara dersxaneyê perdeya karê bingehîn e. Piraniya van dersxaneyan li ku ye, li Kurdistanê ye. Gulen bi wan dersxaneyan re li Kurdistanê xwe birêxistin kiriye. Dewletê bi Gulen re xwe birêxistin kiriye. Girtina wan dersxaneyan darbeyeke mezin li tevgera Fetûllah Gulen e. Darbeyek mezin li dewleta Tirk e. Vê yekê ew jî dibêjin. Mînak em li çapemeniyê temaşe bikin, hin alîgirên Gulen dibêjin; "Girtina van dersxaneyan, afirandina derfetan ji bo serketina PKK'ê ye. Ev dersxane Kurdan asîmîle dikin, Kurdan bi dewletê ve girê didin, hûn çima digirin. Bi girtina vê re hûn pêşî li asîmîlasyonê digirin. Hûn pêşî li Tirkkirina Kurdan digirin, hûn xizmeteke mezin didin PKK'ê". Bi vî rengî AKP'ê sûcdar dikin. Rast e ev dersxane hemû asîmîlasyonê pêk tînin. Mîna destar Kurdan dihêre, xilas dike, dike Tirk. Cemaeta Gulen ji bo vê jî naxwaze dersxane bê girtin.

TIRKIYÊ HÎNÊ MAYIN QEDEXE NEKIRIYE

- Hûn dizanin ku di dema şer de gelek mayinên antî-personel hatin çandin. Ji ber van mayinan gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan. Hûn di vê der barê de dixwazin çi bêjin?

Tê zanîn li qada navneteweyî mayin hatine qedexekirin. Weke tevger me jî bi saziyeke ser bi Neteweyên Yekbûyî re peymana qedexekirina mayinan mor kirin. Tirkiyê hînê mayin qedexe nekiriye. Li gleek qadan mayin hatine çandin. Diviyabû ev mayin bihata rakirin, lê belê nayên rakirin. Tevahiya van mayinan li Kurdistanê ne. Gelek mirovên Kurd pê li van mayinan dikin, birîndar dibin, şehîd dikevin. Ya ku divê were kirin, daxwaza paqijkirina mayinan ji dewleta Tirk e. Di vî warî de pêwîste derdorên demokrasî û Kurd bi hev re li dijî mayinan, zextê zêde bikin. Eger çareseriyê dixwazin û behsa pêvajoya çareseriyê dikin, hingî ji bo bawerî pê were, divê van mayinan rakin. Mirovên bi zora dewletê gundên xwe terikandine ji bo vegerê dibêjin, "Bila nexşeya mayinan bê nîşandan, mayin bên rakirin, em bizanibin li ku derê ye, em dixwazin derkevin eraziyên xwe", lê dewlet vê naxwaze. Bi zanebûn naxwaze, ji ber ku naxwaze mirov li gundên xwe vegerin. Yan jî dixwaze yên vegere jî pê li mayinan bike, birîndar bibe, bimire. Dixwaze bi vê yekê mirovan bitirsîne ku pêşî li vegera gundan bigire.

BI PEVÇÛNÊN EŞÎRÎ RE DIXWAZIN KURDAN BIKIN DIJMINÊ HEV

- Piştî pêvajoya vekişînê, li gelek bajaran gelek pevçûnên erd, eşîrî û malbatî rû da ku di encamê de mirovan jiyana xwe ji dest dan. Ev hejmar zêde bû. Hûn sedema vê bi çi ve girê didin?

Ev polîtîkayeke dewletê ye. Di heman demê de polîtîkaya hilbijartinê ya AKP'ê ye. Li Kurdistanê yekitiya gelê Kurd hewl tê dayîn bi vî rengî were astengkirin. Ev polîtîkayeke klasîk e. Bi vê yekê re hem dixwaze pêşî li serketina têkoşîna azadiYê bigire, Kurdan bike dijminê hev, hem jî di dozên xwînê re hewl dide beşeke civaka Kurd bi awayekî otomatîkman bike depoya xwe ya dengan. Pêwîste gelê me vê fêm bike. Divê pirsgirêken xwe bi pevçûn, bi lêdanê çareser neke. Ev ne çareserî ye. Bi vê yekê re gelê me xwînê digirî. Bi lêdanê re hevdu diavêjin zîndanê. Ev polîtîkayeke helandinê ye. Hewl didin li ser vê xwe ji nû ve ava bikin. Divê gelê me vê zanibe. Dibe ku pirsgirêk hebin, gelê me divê li hev rûnê û pirsgirêkên xwe çareser bike. Mezinên gundan hene, mirovên di nava civakê de gotinên wan tên guhdarîkirin. Bi rêya wan çareseriyeke bi edaletî dikare pêk were. Ji ber ti erdî, ji ber ti darê, ji ber ti pirsgirêkê divê hevdu ne êşîne, bi hev re şer neke, li hev nede. Hemû zarokên vê axê ne. Eger dê bi rastî şer bike, bila hemberî partiyên mêtînger û dewletên ew xistine vî halî şer bikin.

DI VAN HILBIJARTINAN DE MIJAR NE NAMZET E, PARTÎ YE

- Pêvajoya hilbijartinê destpê kir, hûn dizanin. Li Tirkiyê pêşketinên bi lez rû didin. Biryar hat dayîn li Rojhilat bi BDP'ê li Rojava jî bi HDP'ê re beşdarî li hilbijartinan were kirin. dijberên vê pêvajoyê jî hene. Pêşketinên der barê kotaya jinê de jî dewam dikin. Hûn dikarin der barê van mijaran de nirxandineke giştî bikin?

Ev hilbijartin ji bo her kesî xwedî girîngiyeke stratejîk e. Ev hilbijartin dê rê li ber hin encamên siyasî vekin. Eger Kurd rêjeya dengê xwe û hejmara şaredariyên xwe zêde bike, ev yek dê xizmetê li çareseriya li ser bingeha azadiyê ya Rêber Apo û pirsgirêka Kurd bike. Eger hejmara şaredariyan neyên zêdekirin, AKP zêde bike dê ev yek xizmetî neçareserî, şer û tinekirina Kurdan bike. Dibe ku hemû namzet baş nehatibin tespîtkirin, lê belê divê gelê Kurd vê yekê ji xwe re neke pirsgirêk. Pêwîste li dora namzetan bicivin, ji bo serketina xwe û partiya xwe, têkevin nava hewldaneke bêhempa. Li vê derê mijar ne namzet in, partî ye. Pêwîste vê bizanibin. Lewma hewceye xebata serketina hilbijartinan bimeşînin. Divê pirsgirêkên xwe yên navxweyî deynin aliyekî, namzetên bi pêşhilbijartin û yên hatine diyarkirin weke namzetên xwe bibînin û her kes li dora wan bicivin. Pêwîste bêje; ev hilbijartina min e divê qezenç bikim û li ser vê bingehê mal bi mal bigere û mirovên li ser civakê xwedî bandorin ji bo qezençkirina hilbijartinan bixe nava tevgerê. Bi wesîleya hilbijartinê pêwîste xwe bigihîne her cihî, her mirovî-ê.

PÊWÎSTE EM CIVAKA TIRKIYÊ QEZENÇ BIKIN, DÊ EV BI HDP'Ê BIBE

Rastiyeke ku li Tirkiyê bi HDP'ê re li Kurdistanê ji bi BDP'ê re beşdarî li hilbijartinan tê kirin. Ji bo HDP bi ser nekeve, hewldanên gelekî mezin tên kirin. Hin mirov vê yekê bi zanebûn hin jî bi nezanî dikin. Serkatina HDP'ê tê wateya di nava civaka Tirkiyê de qebûlkirina rêberî, Kurd û PKK'ê. Tê wateya erêkirina Kurdan, erêkirina PKK'ê. Tê wateya xwişk û biratiya li ser bingeha wekheviyê. Tê wateya çareseiya pirsgirêka Kurd, demokratîkbûyîna Tirkiyê. Dewleta Tirk bi salane stratejiyek meşand li dijî Kurdan. Hewl da tifaqa Kurd û Tirkan asteng bike, hewl da pêşî li pêşketina hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyê bigire, pêşî li dostaniya Kurd bigire. Stratejiyeke welê meşand ku xwest têkoşîna azadî û demokrasiyê ya Kurdistanê li Çiyayên Kurdistanê heps bike û bi vî rengî bêçareserî bihêle. Di gelek aliyan de ev bi ser xist. Vê stratejiyê bi Zapê re derbeke mezin xwar. Piştre bi hilbijartinên blokê re vê yekê hîn bêtir derb xwar. Bi projeya HDP'ê re ev stratejî dê bi temamî di gorê de were binaxkirin. Mêtîngeriya Tirk a vê dizane, aqilmendên wan hewl didin binaxbûna vê stratejiyê asteng bikin. Ji bo vê jî ji civaka Kurd re diaxivin. Dibêjin, 'HDP dê BDP û Kurdan biqedîne, ev têkoşînan Kurdan dê vala biçe'. Bi vê propagandayê re hewl didin xîtabî aliyekî bikin. Hewl didin van aliyan bi vê bidin bawerkirin. Vê yekê ji bo binxistina Kurdan dikin. Divê em civaka Tirkiyê qezenç bikin. Ev yek dê bi HDP'ê bibe. Heta ku zîhniyetê civaka Tirk neyê guhertin, Tirkiye demokratîk nebe dê pirsgirêka Kurd çareser nebe. Watedarbûyîna vê têkoşîna lehengî ya gelê Kurd bi demokratîkbûyîna Tirkiyê gengaz e. Pêkhatina vê jî, rêxistinkirin û pêşxistina HDP'ê ye. Hemû Kurd, demokrat, sosyalîst, hawirdorparêz, akademîsyen, hunermend, nivîskar, bi kurtasî yên ji AKP'ê ne razî ne divê li dora HDP'ê bibin yek.

BERSIVA JI BO DAXUYANIYA BARZANÎ YA LI SER ROJAVA: GOTINA 'LI WIR ŞOREŞ NÎNE' HEQARET LI GELÊ LI WIR E

- Ocalan bi salan li Rojava ma. Hûn faktora wî ya li wir çawa dinirxînin û bi dîtina we yên dibêjin 'Şoreşa li Rojava ne şoreş e' çima vê dibêjin?

Rêbertiya Ocalan tevahiya civaka Kurd hembêz kiriye. Ne tenê Bakur, ne tenê Rojava, tevahiya civaka Kurd a li hemû parçeyan hembêz kiriye. Tevahiya civaka Kurd a li hemû parçeyan û derveyî welat, bi rêbertiya Rêber Apo bawer e, bi PKK'ê bawer e. Pêşeroja xwe li gel vî Rêberî, li gel xet û têkoşîna wî dibîne. Eger îro li Rojava şoreşeke bi heybet ê jiyîn, di bingeha vê de divê rastiya Rêber Apo were dîtin. Rêber Apo bi salan li wê derê ma, li wê derê bi hemû welatparêzan re xebitî. Hema hema hemû welatparêz Rêber Apo nas dikin, bi xwe beşdarî civînan bûne. Bi wî re xebitîne, pirtûkên wî xwendine, gihaştine zanyariya wî. Ji ber vê yekê çarenûsa xwe bi Rêber Apo re kirine yek. Eger gelê Rojava bi hêz xwedî li Rêber Apo derdikeve, ev yek ji ber xizmetên Rêber Apo yên ji bo gelê me yê li wî parçeyî ye. Ji ber ku ew gel ji aliyê vî Rêberî ve hat afirandin. Bi xebatên Rêber Apo re bi hezaran keç û xortên wî gelî beşdarî şoreşa azadiyê ya li bakur bûn. Şehîdên mezin dan. Û ji ber ku rêz û hurmeteke mezin nîşanî Rêber Apo dan, bê dudilî di nava vê de cih girtin, têkoşiyan û şehîd ketin. Ne mumkune gelê Rojava ji Rêber Apo were qutkirin. Êdî mîna neynûk û goşt bûne yek. Di pêşketinên li wê derê de keda mezin a Rêber Apo, gelê me û şehîdên me heye. Di encama vê kedê de şoreşa Rojava îro bi heybetî tê jiyîn.

GELO SADDAM, JI BEŞAR ESAD BAŞTIR BÛ?

Gotina ‘şoreş li wir tine’ li şoreş, gel, berxwedan û şehidên wir heqerete. Ti mafê kesî tine. Tê gotin ku Beşar Esad li wir e. Ji ber vê ev tên kirin. Ne li dijî şoreşê, li kurdan hewl tê dayin hinek tişt bên kirin. Tê gotin ku li wir li dijî kurdan derdikevin. Zarokek jî bi vê bawer nake. Em bêjin ku kurdên Rojava bi têkiliya bi Esad re ev kirin.  Lê li Başûrê Kurdistanê li Hewlêrê dema YNK hebû bi Saddam re tifaq hat kirin û êrîşê Hewlêrê kirin û YNK ji wir derxistin. Şoreşa Başûr dibû şoreşa mezin, lê ya Rojava nabe. Gelo Saddam ji Beşar baştir bû? Pirsgirêk bi terzê tê dest girtin, ev teqez ne raste. Ev nêzîkatî rastiyan îfade nake. 

ROJAVA WEK KAXIZEKE TURNUSOL E

Şoreşa Rojava rastiya her kesî derdixe holê.  Kesê dibêjin em welatparêzin rastiya wan derdixe holê, kesên dibêjin em demokratîkin, rastiya wan derdixe holê. Rojava wek kaxizeke turnusol e. Rastî û qedera her kesî diyar dike. Rojava îro tenê ji bo xwe berxwe nade. Ji bo hemû kurd,  gelê Rojhilata Navîn û mirovahiyê berxwe dide. Divê  li dijî vê rêzdarî bê nîşandan, piştgirî bê dayîn. Ger ne wisa be wisa xuyaye ku ligel AKP’ê û dewleta tirk cih digirin. Tu kurdek nekare li gel dewleta tirk, ligel Eniya El Nusra, Devletul Iraş, DAŞ’ê cih bigire. Ger wisa bikin dê wenda bikin. Dê bi giştî wenda bikin. Êdî gelê Rojava qedera xwe girtiye destê xwe. Niha meclisek demkî îlan kirine. Êdî tu kes nekare qezencên kurd ji nedîtîve bê. Berxwedaneke mezin û şehîd di vê rê de dane. Qezenc bi vî awayî bidestxistine. Kes nekare vê rastiyê biguhere.

DIXWAZIN CENEVRE-2 BIKIN LOZANA DUYEMÎN

-Gelo astengkirina PYD’ê ya ji bo civîna Cenevre 2’an tê wateya ku înkara kurd didome?

Bê guman wisa ye. Dixwazin vê bikin Lozana duyemîn. Kurdên Rojava dibêjin emê desturê nedin Lozana duyemîn.  PYD’ê ji derveyê Cenevreyê digirin û qaşo kurdan ji derveyê Cenevreyê digirin.  Dixwazin înkarê bidomînin lê ev ne mumkune. Gelê Rojava bi berxwedana xwe ev hemû tar û mar kiriye. Tu kes nekare PYD’ê ji derveyê Cenevreyê bigire. PYD dê tevli bibe. tişta tê xwestin hemû kurd bi îradeyek hevpar tevli wir bibin. Lê mixabin hinek kurd, dewleta tirk û DYA dixwaze bi nasnameya kurd tevli wir bibin. Ev hêj didomin. Dibe qebûl nekin lê PYD û kurdên din dê tevli Cenevreyê bibin.

ASTENGÎ LI PÊŞ KONFERANSA KURD HENE

-Hun kongreya netewî a kurd dizanin. Ev demek neket jiyanê. Gelo pêşniya PKK’ê ya ku pêkhatina Kongreya Netewî çiye, rewşa dawî çiye?

Ji bo pêkhatina kongreya netewî PKK hewldanek mezin dide. Teqez ji van hewldanan dest bernade. Ji ber ku geşedanên Rojhilata Navîn û Kurdistanê kongreyek wisa ferz dike. Bendewarî û xewna gelê me jî eve. Em ji bo pêkanîna bendewariya gelê xwe li virin. Em ji bi vê dixebitin. Bê guman hinek kêmasî hene. Ji ber dewletên mêtinger hinek astengî hene. Dîsa ji ber hinek kurdan astengî hene. Em hewl didin van ji holê rabikin û kongreya xwe pêk bînin. Ji ku berjewendiya gelê me di vir de heye. Ger kurd bi ser bikevin dê wek hêzeke nû derkevin sahneya Rojhilata Navîn. Ne tenê kurd, dê hemû gel qezenc bikin.  Kurd dixwazin hem pirsgirêkên xwe û hem jî yên cîranên xwe çareser bike.  kurd dixwazin li ser axa xwe bi awayekî azad bijîn. Çavên wan li axa kesiye. Ziman, nasnameyê kesî qedexe nake. 

BAYIK PIRSGIRÊKÊN LI PÊŞ KONGREYÊ RÊZ KIR

Pirsgirêk çine?Em dixwazin modelek demokratîk bê avakirin. Em Hevserokatiyê dixwazin. Hinek alî vê rat nabînin, pergala serokatiyê dixwazin. Belê ev jî dibe. Lê divê ev bên nîqaşkirin. Dîsa di hejmara delegeyên parçeyan de pirsgirêk heye. Hinek dixwazin hejmara delegeyên Bakur û Başurd wekhev bin. Em vê rast nabînin. Mantixa vê nîne. Me got divê hemû biryar bi yek dengî bê girtin. Ger partiyek jî vê qebûl neke, em naxwazin ev bê kongreyê. Em dixwazin biryar bi yek dengî bê girtin û ev kongre wek Kongreyeke Netewî pêk were. Ger biryar bi yek dengî neyê girtin, ger ev biguhere meseleya piranî-kêmariyê ev pirsgirêkên navbera kurdan nayê çareserkirin.  Ev yekitiya kurdan temsîl nake. Pergala serokatiyê bo me ne pirsgirêke, ji bo gelekan pirsgirêke. Li Başûr hinek rêxistinên kurdan vê qebûl nake. Em bi vê kongreyê dixwazin hemû pirsgirêkan çareser bikin. Ji ber vê em pergala hevserokatiyê pêşniyar dikin. Di heman demê de em dixwazin bi pergala hevserokatiyê re ev dorveger be.  Em naxwazin ev kongre bibe parçeyekê paratiyekê, ji partiyekê re xizmetê bike. divê tu kes vê ferz neke. Her partî, her parçe dikare biryara xwe bigire. Kongreyên wan hene. Dikarin biryarên xwe bigirin. Lê ev kongreyek netewiye.

LÎSTEYÊN PKK’Ê WEK RÊXISTINA TERORÊ BI NAV DIKIN WATEYA XWE WENDA KIRINE

-Di meha mijdarê de li DYA’yê konferansek kurd pêk hat. Piştre li Almanyayê ji bo PKK ji lîsteya terorê derkeve li Almanyayê mîtîng pêk hat. Hun xebatên kurdên li dîasporayê çawa dibînin?

Gelê kurd ne wek berê ye. Gelekî ku ji bo azadiyê têkoşînê dide ye. Gelek zor û zehmetî li pey xwe hiştin û qezencên mezin bidest xistin. Bi kompolo û qedexe û xistina lîsteyên terorê ne mumkune pêşî li vê tevgerê bigirin. Ev di pratîkê de jî derketiye holê. Lîsteyên bi vî rengî wateya xwe wenda kirine. Ev ne lîsteyên hiqûqî yên siyasî ne.  Ev lîsteyên ku heqeretên mezin li kurd û PKK’ê dikene.  PKK’ê û gelê kurd ev lîste bi têkoşîna xwe parçe kirine.  Xuyaye ku gelek akademîsyen gelek kesî dîtiye ku PKK ne rêxistina terorê ye û ji mîtîngên demokratîk re pêşengiyê dike. Dixwazin PKK ji lîsteya terorê derkeve.

PIRSGIRÊKÊN NAVBERA BARZANÎ, TIRKIYE Û IRAQÊ DE KUR DIBE

-Di navbera hikûmeta tirk û  hikûmeta Barzanî de peymana petrolê tê axaftin. Hinek alî dibêjin ev peyman di bin agahiya we de pêk hatiye, ji ber ku xetên boriyên petrolê di qadên ku di bin kontrola PKK’ê de ne derbas dibe. Di vê mijarê de spekulasyonên cuda hene, hun dibêjin çi?

Peymanên aboriyê yên mezin yên di navbera Başûr û Tirkiyeyê de di rayagiştî de xwe da der. Di vê mijarê de hem hikûmeta Başûr, hem ya Iraqê û hem jî hikûmeta Tirk pirsgirêkan dijîn. Tirkiye bi zanebûn van pirsgirêkan kur dike. Li vir dixwazin berjewendiyên aborî, siyasî û leşkerî bê bidestxistin. Em vê nêzîkatiya Tirkiyê bi xeter dibînin. Divê Tirkiye tevli van pirsgirêkan nebe. Divê Tirkiye di nafbera Başûr û Iraqê de ne alîgir be. Divê ew pirsgirêkên xwe çareser bike. ger wisa tevbigere, dê hikûmeta Iraq û ya Başûr pirsgirêkên xwe yên aborî çareser bike. Ne Iraq para Başûr red dike, ne jî Başur. Di vê mijarê de di meselaya parkirinê de pirsgirêk heye. Ev jî bi muzakerayan dikare bê çareser kirin. Ger mudaxaleya Tirkiyê tunebe. Peymanên cidî yên aboriyê hene. Ev peyman beyî hikûmeta Iraqê pêk tên. Hikûmeta Iraqê îtîrazê vê dike. Ji ber vê hinek pirsgirêk tên jiyîn.

Tirkiye di esasê de dixwaze başûrê Kurdistanê di alî siyasî, aborî, çandî, perwerdehiyê de bigire bin kontrola xwe.  Bi vî terzî dixwaze Başûr bê bandor bihêle. Başûrê Kurdistanê xwe jî bi Tirkiyeyê re nêz dibe û dixwaze xwe biparêze. Parastina xwe bi Tirkiyeyê re dibîne. Di vê esasê de têkilî pêş dikevin. Dibe ku têkilî pêş bikevin lê divê zirarê nede Başûrê Kurdistanê. Dîsa divê nebe sedema ku pirsgirêka navberê Iraq û Başûr kur bibe. divê li vê baldar bin. Divê peymanên wisa li dij-kurdbûnê, re xizmetê neke. Berovajî vê Başûrê Kurdistanê divê hewldanên xwe zêde bike. ji ber ku ev bi Başûr û Bakur dide qezenc kirin.

COLEMÊRG Û NAVÇEYÊN WÊ RUH DIDIN GELÊ KURD

-Herî dawî bi hevkariya Yuksekova Haberê re peyamek ji bo gelê Colemêrg, Gever, Şemzînan, Çelê heye? 

Gelê vir gelekî lehenge.  Bi salan e têkoşîna azadî û demokrasiyê dide. Pêşeniya vê têkoşînê kirine, bedelên mezin dane. Her roj şehîdên wan hene. Bi bedeldayînê pêşengiyê ji vê têkoşînê re dike. Têkoşîneke bi heybet dimeşîne. Dikevin zindanan, rastî îşkenceyan tên, rastî heqeretan tên, lê paşde gavê navêje. Ji ber ku hesreta azadî û demokrasiyê ye. Ji ber vê li dijî hemû zext û zordariyan têdikoşe. Em wan bi rêz bibîrtînin. Bi rastî ruh didin gelê me. Bi helwesta xwe dibin xwedî hişmend. Hestên xwe yên azadiyê bi hêz dikin. Piştî esareta rêber Apo her tim li ser piyan bûn. Her tim pêşeng bûn. Ez wan pîroz dikim. Bi vê wesîleyê ez careke din rêzdariya xwe û serkeftinê ji wan re dixwazim.