Bavê cerdevan kurê xwe gulebaran kir

Bavê cerdevan kurê xwe gulebaran kir

Şivanê bi navê Burhan Temîz dema pezê xwe di çêrand, ji aliyê bavê xwe yê çerdevan ve hat birîndarkirin. Temiz rakirin beşa lênerîna giran.

Li gundê Elwendiya Çinarê ya Amedê şivanê bi navê Burhan Temîz (24) di 26'ê Nîsanê de dema pezê xwe diçêrand, di navbera wî û bavê wî yê cerdevan Nizamettin Toprak de ji ber sînorê mêrgê niqaş derketin. Piştî niqaşan bav Nîzametîn ê cerdevan bi çeka cerdevaniyê kurê xwe Burhan Temîz birîndar kir.

Şahidê ku nexwest navê xwe bêje diyar kir ku, dema Burhan Temiz li mêrgê şivantî dikir, ji ber sînorê mêrgê di navbera Burhan Temîz û bav Nizamettin Toprak ê cerdevan de niqaş derketin û bav bi çeka cerdevaniyê kurê xwe birîndar kir. Piştî bûyerê Burhan Temîz ku ji zikê xwe ve bi giranî birîndarbû rakirin nexweşxaneyê. Leşker û cerdevanên gund jî hatin cihê bûyerê.

Hat zanîn ku bav Toprak ji cihê bûyerê reviya û hêj nehatiye binçavkirin. Temîz rakirin nexweşxaneya Tibê ya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Dîceyê.Temîz hêj talûkeya mirinê ji ser xwe neavêtiye.

Welatiyê navê xwe neda diyar kir ku, cerdevanên rahiştine çekan gefan li derdorê belav dikin û welatiyên herêmê bi fikarin.