Başûrê Kurdistanê di bazara enerjiyê de bibiryare

Başûrê Kurdistanê di bazara enerjiyê de bibiryare

Tirkiye di mijara kirîn û transîta enerjiya li Kurdistanê de bi Bexdayê re li hev kir. Nêçîrvan Barzanî jî da diyarkirin ku, ji bo enerjiya li Başûrê Kurdistanê bigehe bazarên navnetewî ew bibiryarin û bêtirsin

Duh Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ê Tirk Taner Yildiz serdana Bexdayê kir û bi alîkarê ji karên enerjiya Iraqê berpirsyar Huseyîn Şehristanî re kombû. Di hevdîtinê de di mijara girtin û transîta enerjiya li Kurdistanê tê bidestxistin li hev kirin.

Şehristanî piştî hevdîtina li gel Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Tirk Taner Yildiz  civînek hevpar ya çapemeniyê li darxistin û got, “Me li hevkir ku, dema li Iraqê dema îxracatek ya petrolê tê kirin pêwîste pesendkirina hikumeta Bexdayê hebe.”

Weke din jî îro li bajarê Hewlêrê Konferansa Gaz û Petrolê ya Kurdistan-Iraqê destpê kir. Li vir Serokwezîrê Rêveberiya Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî axaftinek kir û da diyarkirin ku, ew dê enerjiya li Kurdistanê bigehînin bazarên navnetewî û ji vê paş de jî gavê na avêjin û ew natirsin jî.

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku, di mijara li hevkirina li gel Tirkiyeyê jî çi tirsek tuneye û hevdîtin li ser bingehê zagonî têne kirin.

BERÊ DAHATA PETROLÊ JI BO KUŞTINA MIROVAN BIKAR DIANÎN

Barzanî anî ziman ku, lihevkirina enerjiyê ya bi Tirkiyeyê re ji bo Başûrê Kurdistanê û Iraqê serkeftinek mezine û aşkera kir ku, deriyê wan hertim vekiriye. Barzanî got: “Herêma Kurdistanê ji bo alîkarî kirina Iraqê tişta dikeve ser milê wê dê bike, cara yekem herêma Kurdistanê dê ji bo hemû Iraqê bibe çavkaniya dahatê.”

Nêçîrvan Barzanî daxuyakirin ku, ji bo çûnên Kurdistanê bêne pêşwazîkirin pêwîstî bi 30 milyar dolar heye û got, ew dixwazin vê bi dahata petrolê bidest bêxin. Barzanî gotinên xwe wiha berdewam kirin; “Em li gorî 112’în madeya Makezagonê bi hikumeta Iraqê re hevpeymana petrolê dikîn. Lê mixabin siyaseta ku heya niha hikumeta Iraqê dikir, zîhniyetekî navendiye. Bila herkes ji aliyê xwe ve baş bizane ku, em di vê mijarê de gelek bibiryarin û em girêdayî Makezagona Iraqê ne. Ji bo Iraqek nû çi ji destê me bê em dê ji bo Bexda bikin.”

Barzanî da diyarkirin k, demekê bi dahata petrolê mirov dihatin kuştin û got: “Beriya vê çavkaniyên petrolê ên Iraqê ji bo tunekirina Kurdan û êrîşkirina ser welatên cîran dihate bikaranîn. Ji ber vê çendê em hêvî dikin ku, petrola Iraqê ji bo van tiştan neyê bikaranîn.”