Baroya Amedê ji ber darvekirinan Îran şermezar kir

Baroya Amedê ji ber darvekirinan Îran şermezar kir

Baroya Amedê, ji ber darvekirina siyasetmedarên Kurd Hebîbûllah Gulperîpûr û Riza Mamedî rejîma Îranê şermezar kir. Parêzeran, ji bo darvekirina siyasetmedarên Kurd Zanyar û Lokman Mûradî ya bi darvekirinê re rû bi rû ne were rawestandin, ji Sefaretxaneya Bilind a Îranê ya li Enqereyê re faks şandin.

Der barê mijarê de bi beşdariya hejmareke zêde parêzeran li avahiya Baroyê daxuyaniyek li çapemeniyê hat dayîn. Serokê Baroyê Tahîr Elçî da xuyakirin ku Komara Îslamî ya Îranê dest bi pêla darvekirinan kiriye û got, "Li gorî daneyên fermî yên rayedarên Îranê ragihandine; di nava sala 2013'an de heta niha 304 kes hatine darvekirin. Li gorî çavkaniyên cihê baweriyê; hejmara kesên di nava sala 2013'an de hatine darvekirin, ji vê hejmarê gelekî zêdetir e û diyar dikin ku zêdeyî 500 kes îsal hatine darvekirin. Di demeke kurt de du siyasetmedarên Kurd Riza Mamedî û Hebîbûllah Gulperîpûr, tevî hemû bangên rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî ji aliyê rayedarên Îranê ve hatin darvekirin."

Elçî da xuyakirin ku hefteya derbasbûyî, tevî Kurdan 20 kes hatine darvekirin.

“EM VÊ PÊKANÎNA LI DERVEYÎ MIROVAHIYÊ ŞERMEZAR DIKIN”

Elçî bang li rayedarên Îranî kir ku cezayê mirinê yê li du siyasetmedarên Kurd Zanyar Mûradî û Lokman Mûradî yên ji Merîwanê were rawestandin û got, "Ev herdu hikumxwar, mîna bi sedan welatiyên Îranê bi hinceta sûcê 'Dijminahiya Xweda (Moharebeh)' kirine û li ser navê rêxistina mûxalefeta Kurd a bi navê Komala xebat meşandine, hatine cezakirin."

Baroyê diyar kir ku biryara mehkûmiyeta Zanyar û Lokman Mûradî bi mukirhatine di binê îşkenceyê û îfadeya xwe dispêre kuştina kurê ser meleyekî li Merîwanê, hatiye dayîn û got, "Em weke Baroya Amedê û huqûqnasên Kurd van pêkanînên rejîma Îranê yên li derveyî mirovahiyê û cihê şermê ne, bi tundî protesto dikin. Li ku devera cîhanê dibe bila bibe, cezayê darvekirinê nayê qebûlkirin û di heman demê de cezayekî li dijî mirovahiyê ye. Em ji rayedarên Îranî dixwazin ku cezayê darvekirinê yê li hemberî Zanyar Mûradî û Lokman Mûradî rawestîne û li gorî mafên însanî û adîl ên van herdu hikumxwaran, tevbigerin."

Elçî bang li her kes û hemû saziyên demokratîk kir ku li hemberî darvekirinên Îranê hişyar bin û nerazîbûnê nîşan bidin.

JI SEFARETXANEYA ÎRANÊ YA LI ENQEREYÊ RE FAKS HAT ŞANDIN

Li dû daxuyaniyê gelek parêzeran, bi armanca hişyarkirina meqamên Îranê, şermezarkirina hikûmeta Îranê û daxwaza rawestandina cezayê darvekirinê yê li hemberî herdu hikumxwarên Kurd, ji Sefîrê Komara Îslamî ya Îranê yê li Enqereyê Alîreza Bîkdelî re faks şandin. Hat hînbûn ku kampanya parêzeran a bi rêya faks û nameyan, dê hefteyekê dewam bike.

Rejîma Îranê, di dawiya vê hefteyê de Îlham Mamedî û Hebîbûllah Gulperîpûr ên demeke dirêj li girtîgehan dihatin ragirtin, di sibeha 26'ê Cotmehê de darve kiribû. Hêzên rejîmê cenazeyê Mamedî radestÎ malbatê nekiribûn û bi dizî veşartibûn. Cenazeyê Gulperîpûr jî herçend gotin ku li morga girtîgehê ye jî, nîşanî malbatê nedan. Endamê PJAK'ê Gulperîpûr di 27'ê Îlona 2007'an de li Mehabadê hatibû girtin û rastî îşkenceyên giran hatibû.