Balûken: Emê sibê li Nisêbînê bin, ne li meclîsê
Balûken: Emê sibê li Nisêbînê bin, ne li meclîsê
Balûken: Emê sibê li Nisêbînê bin, ne li meclîsê
Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken da xuyakirin ku ewê sibê beşdarî xebatên Civata Giştî û Komîsyonên li Meclîsê nebin, weke Koma Meclîsê ewê li Nisêbînê bin.
Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken der barê dîwarê şermê yê li Nisêbînê tê lêkirin û meşa sibê ya li Nisêbînê de, li Meclîsê civîna çapemeniyê lidar xist.
Balûken diyar kir ku ew di demeke êdî sînor bê wate ne, diyalog, têkilî û piştevaniya gelan xurt dibe de dijîn û got, "Sînorên ji sedsala 19. û 20. di roja îro de ji bo cîhanê êdî nayên ti wateyê. Sîstemên ku xwe li gorî hişmendiya demokrasî û azadiyê ya cîhana serdema heyî ji nû ve dîzayn nekin, ya dê biguherin yan jî hilweşin."
Balûken ragihand ku Tirkiye vê rewşa guherîn û pêşketina dînamîkên civakî baş nexwendiye, lewma polîtîka xwe ya li hemberî Rojava jî bi paradîgmaya berê dimeşîne.
Balûken got, "Li Rojava sîstemeke rêveberiyeke demokratîk derketiye holê ku dikare ji Sûriye û ji tevahiya Rojhilata Navîn re bibe mînak. Gel yekser sîstema xwe ya rêveberiya cewherî ava kiriye. Lê belê ev vîn îro ji aliyê Tirkiyê ve nayê naskirin, di ser de jî hewl tê dayîn bê astengkirin."
Balûken bal kişand ser dîwarê li Nisêbînê û got, "Gelê Kurd ji mêj ve ev sînorê beriya sed salî hatiye danîn ji holê rakiriye, lê Tirkiye hînê bi mejiyê sala 1920'an re hewl dide sînorên heyî xurtir bike."
Balûken bang li hikûmetê kir ku nerazîbûna gel a bi rojane li dijî dîwar tîne ziman bibîne û wiha peyivî:
"Divê hikûmet guh bide vî dengî, tavilê van pêkanînên rê li ber nerazîbûna gel vekiriye biterikîne û dest ji polîtîkaya xwe ya qutkirina ji hev a gelan berde. Helwesta rast, nêzîkatiya însanî ev e. Ti ji polîtîkayên li dijî pêşeroja demokratîk û azad a gelê Kurd bi kêrî Tirkiyê nehatiye û dê ji niha û ê ve jî bi kêrî Tirkiyê neyê.
Li ser bingeha stratejîk têkilîdanîna bi gelê Kurd û gelên din ên li herêmê, ji bo pêşeroja demokratîk û azad a Tirkiyê hewce ye."
Balûken herî dawî ragihand ku koma wan a li meclîsê dê sibê li Nisêbînê be û beşdarî xebatên Civata Giştî û Komîsyonan ên Meclîsê nebe.
Balûken got, "Di serî de koma me ya li meclîsê, bi beşdariya hemû şaredarên bajar û navçeyan û bi piştgiriya hêzên demokarsiyê emê çalakiyeke girseyî ya demokratîk lidar bixin.
Lewma em diyar dikin ku ji ber vê çalakiya me emê beşdarî xebatên li meclîsê nebin û bang li hemû beşên civakê yên alîgirên yekitiya azad û wekhev a gelan e dikin ku sibê li Nisêbînê bin."