Bafirok ji bo Ceylan hatin firandin
Bafirok ji bo Ceylan hatin firandin
Bafirok ji bo Ceylan hatin firandin
45'emîn Mîhrîcana Hunerê ya Fuara Tetwanê ku ji aliyê Şaredariya Tetwanê ve hatiye amedekirin, bi bernameyên cûr bi cûr berdewam dike. Di çarçoveya mîhrîcanê de ji bo zarokan şahiya bafirokê hat amedekirin.
Bafirok ji bo Ceylan Onkol a ku di sala 2009'an de li navçeya Lîceya Amedê ji aliyê leşkeran ve hatibû qetilkirin hat firandin. 'Şahiya bafirok a Ceylan Onkol' ku li pereva Tetwanê pêk hat, gelek zarok bi malbatî tevlî şahiyê bûn. Xebatkarên şaredariyê jî ji zarokan re pêlîstokan diyarî kirin. Di saetên êvarê de jî ji aliyê Şaredariya Tetwanê panelek hat lidarxistin. Panel li qada fuarê di hundirê konên ku ji aliyê Şaredariya Tetwanê ve hatiye avakirin de hat dayin. Lêkolîner û niviskar Ziya Avci jî wek axaftvan tevlî panelê bû.
Fuar bi bernameyên cûr bi cûr berdewam dike.