Aydin Erdem hat bîranîn
Aydin Erdem hat bîranîn
Aydin Erdem hat bîranîn
Endamên DUODER'ê li Zanîngeha Dîcleyê, di 4. salvegera ji destdayîna jiyanê de Aydin Erdem bibîr anîn.
Li Zanîngeha Dîcleyê Xwendekarê Beşa Matematîkê Aydin Erdem yê ku di 6'ê Kanûna 2009'an de bi guleya polîesan ve jiyana xwe ji dest dabû, di 4. salvegera jidestdayîna jiyana xwe de ji aliyê endamên DUODER'ê û xwendekarên zanîngehê ve li nava xwaringeha Fakulteya Fenê hat bîranîn. Bîranînê bi rêzgirtinê dest pê hat kirin.
Piştî rêzgirtinê sinevizyona wêne û dîmenên Aydin Erdem hat weşandin. Endamê DUODER'ê Ozgur Çoban li vir axivî û diyar kir ku ewê heta 6'ê Kanûnê ji bo Aydin Erdemê çalakiyan lidar bixin. Çoban got: "Roja Sêşemê li Fakulteya Endezyariyê sînevizyon, Çarşemê li Fakulteya Perwerdeyê sinevizyon û roja Pêncşemê ji boykota waneyan û li ber deriyê Fakulteya Perwerdehiyê heta Fakulteya Fenê meşek bê li darxistin."
Her wiha Çoban diyar kir ku li hemû zanîngehên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bi hevdemî wê çalakiya boykotkirina waneyan bê lidarxistin.
Xwendekaran di bîranînê de dirûşmên wek "Şehit namirin"," Rêya te rêya me ye", "Bijî Serok Apo" berz kirin û bi tilîli û çepikan belav bûn.