Axa qedîm li benda me ye

Axa qedîm li benda me ye

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya li Rojnameya Azadiya Welat de, bal dikişîne ser polîtîkayên dewleta Tirk ên valakirina Kurdistan, koçberkirin, bişavtin û qirkirina çandî  û di van polîtîkayan de Plana Îslahata Şerkê nîşan dide û wiha berdewam dike: “Ger ku ev ne qirkirineke bi zanebûn be, çi ye? Zelal bû ku ev qirkirin jî bi Plana Îslahata Şerqê ya 1926’an bi zanebûn hatiye kirin. Jixwe ev belge planeke qirkirinê ye, belgeya qirkirinê ye. Dadgeheke navneteweyî ya bêalî wê vê belgeyê mîna planeke qirkirinê bigire dest; Tirkiyeyê ji ber vê yekê dê mehkûm bike.”

Nivîsa Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik wiha ye:  
      
“Dewleta Tirk ji bo Kurdistanê bêmirov bihêle û qirkirina çandî bigihîne encamê bi milyonan Kurd koçberî metropolan û Ewropayê kir. Li Tirkiyeya ku kapîtalîzm lê bi pêş dikeve ew xistin rewşa koleyên bi heqdest ên ji bo nanê rojê dixebitin. Li aliyê din kapîtalîzmê jî Kurd ji gundên wan ên çanda Kurdî lê afiriye, bi kok û şax bû qut kirin û berê wan da metropol û navendên Tirkiyeyê yên çand lê tên qetilkirin. Kurdên ku li bajar û navçeyên xwe bi nirxên herî baş ên Kurdewarî dijiyan, xwedî kesayet, moralê bilind û bi xwe re lihevhatî bûn; li perên bajarên kapîtalîzmê mehkûmî jiyaneke nivmîrî hatin kirin. Kurdên ji gund û welatê xwe qut bûn bi zindî ketin gora qirkirina çandî. 

Kurdên ku bi jiyana gundewar re navê wan dihat nasîn, niha neçarî jiyaneke bi giştî ji gund dûr hatine kirin. Bi hezaran gund niha di bêdengiya mirinê de ne. Dibe ku di astekê de vegera gundan pêk hat, lê belê gund careke din negihiştin asta gundên ku çanda Kurdî diafirandin. Gundên ku berê sed mal bûn niha ji 10-15 malan pêk tên. Ev ne vegera gundan e; vegera gundan bi bûyîna xwedî nufûsa ku li gor kapasîteya gund dikaribe çandinî û sewalkariyê pêş bixe.

Li Gurgum, Meletî, Sêwaz, Semsûr û Dêrsimê gund bi zanebûn hatin valakirin. Mebest ew bû ku hedefa xwe ya Tirkkirinê bi rêya koçberiyê bigihînin encamê. Kurdên li vê qadê bi zanebûn û polîtîkayên dewletê koçberî Ewropa û metropolên Tirkiyeyê hatin kirin. Kurdên li Ewropayê dijîn bêhtir ji Gurgum, Sêwaz, Meletî, Dêrsim, Erzirom û Semsûrê ne. Dikare were gotin; ger qirkirina fizîkî hatibûya meşandin ev qas Kurd ji holê nedihatin rakirin. Di rastiyê de derfeta wan a pêkanîna qirkirina fizîkî jî tune bû. 

Li qadên Gurgum, Meletî, Sêwaz û Dêrsimê polîtîkayên şerê taybet ên koçberkirinê bi zanebûn hatin meşandin, li aliyê din jî di salên 1990’î de bi zexta dewletê, bi şewitandin-wêrankirina gundan re 5-6 milyon Kurd ji welatê xwe hatin derxistin. Çend milyon Kurd ên berê hatibûn koçberkirin û pişaftin li metropolan dijîn. Tê zanîn ku nufûsa gelek neteweyan ji vê hejmara koçberkirî kêmtir e. Ji sisêyan yek, heta bêhtir jî ji welatê xwe hatine derxistin. 

Ger ku ev ne qirkirineke bi zanebûn be, çi ye? Zelal bû ku ev qirkirin jî bi Plana Îslahata Şerqê ya 1926’an bi zanebûn hatiye kirin. Jixwe ev belge planeke qirkirinê ye, belgeya qirkirinê ye. Dadgeheke navneteweyî ya bêalî wê vê belgeyê mîna planeke qirkirinê bigire dest; Tirkiyeyê ji ber vê yekê dê mehkûm bike. 

Li cîhanê belgeyeke ev qasî vekirî ya qirkirine tune ye. An hêzeke ku qirkirinê ev qasî bi rêk û pêk û di vê astê de bi zanebûn pêk bîne tune ye. Tehcîra Ermeniyan spartibûn hin hincetan. Plana Îslahata Şerqê bi rengekî vekirî fermana qirkirinê dide. Vegera gund; careke din naskirina çanda Kurd, jiyana di atmosfera çanda Kurdî de bersiva herî di cih de ya ji bo qirkirina çandî were dayîn e. Pêngava herî mezin a netewebûna demokratîk wê bi vegera gundan pêkan be. 

Vegera gundan, watedayîna gundan, rizgarbûna çûyîna gelek herêmên Tirkiyeyê ya jiyana bi nanezikê û di şertên biçûkxistinê de ye. Her sal bi dehan Kurd di qaseyên kamyonan da jiyana xwe ji dest didin. Gelek ji wan ji ber şert û mercên xerab bi nexweşiyên ku dermanê wan tune ye dikevin. Li erdnîgariya Kurdistanê ku di dîrokê de mirovahî xwedî dikir ketina vê rewşê trajediyeke mezin e. 
Bi vegera gundan û vekirina erdnîgariya Kurdistanê ji çandinî û sewalkariyê re wê jiyaneke nû biafirîne. Gund wê bibin warên bi coş ên ku hemû xweşikayî xwe di rûyê mirovan de nîşan dide. Kurdên li metropolên Tirkiyeyê ku rûyê wan çilmisiye wê biçin, wê jiyaneke çandî û civakî ya ku şahî serdest be xwe bide der. Vegera gund wê bibe têkoşîn û pêngaveke mezin a rizgariya neteweyî. Xelata berdela hat dayîn û êşên ku di encama têkoşîna çil salî de di hawîra azadî û welatparêziyê de hatin kişandin; wê civakeke nû ya Kurdistanê, jiyana azad û demokratîk a vê civakê be. Vegera gund divê ne bi şêwazê vegera çend malbatan an di demsala havînê de derbaskirina betlaneyê be; divê bi şêwazê helwesteke welatparêzî, xedîderketina dîrok û axê be. Berpirsiyariyeke bingehîn a vê demê jî ev e. Vegera gundan jî divê mîna serhildanekê were dîtin. 
Vegera gundan di heman demê de pêşxistina jiyana civakî û li ser heman bingehî avakirina jiyana civaka demokratîk, yanî jiyana demokratîk-civakî ye.”