Avakirina bendavên li dijî PKK’ê didome
Avakirina bendavên li dijî PKK’ê didome
Avakirina bendavên li dijî PKK’ê didome
Avakirina 11 bendavên ku beriya 5 salan li Şirnex û Colemêrgê ji bo pêşî li rêya gêrîlayan bigire hatibûn destpêkirin, didome. Bendava li Qilabanê ya Şirnexê bidawî û rêya avê hate girtin.
Avakirina bendavên li ser herêmên sînor yên rêgeha gêrîlayan yên li Colemêrg û Şirnexê berdewam dikin. Bendava Qilabanê ya li Şirnexê ku ji aliyê Karên Avê ya Dewletê (DSI) ve îhaleya wê hatî dayîn xilas bû û dest bi girtina avê kirin.
Bendava ku hat plankirin di navbera gundê Gulyazi û Qilabanê de were çêkirin, piştî zemînê wê rûxiya,hate îptal kirin. Her wiha dihat plan kirin ku avakirina bendavên Balli, Girê Mûsa û Girê Çetîn beriya du salan hatiba xilaskirin.
Lê belê di serî de çalakiyên gêrîlayan, neçêkirina sererastkirina rê û hertim îhale dayîna fîrmayên taşeron, bidemkî navber dan her sê bendavan.
Li herêma Şirnexê bendavên ku di sala 2008’an de dest bi avakirina wan hate kirin û hate hesab kirin ku 207 milyon lîra lê diçe, ji aliyê noqteyên parastinê yên nêzî bendavê hatine kirin tê parastin, ji bo rêyên di bin bendavê de bimînin jî li ser girên bilind yên di navbera Şirnex û Qilabanê de jî xebatên çêkirina rê didomin.
Dema ku avakirina sê bendavên di navbera Qilaban-Gulyaziyê de qediyan, hate hînbûn ku dê gelek rêyên gundan di bin avê de bimînin.