Asûriyan azadiya Ocalan xwestin
Asûriyan azadiya Ocalan xwestin
Asûriyan azadiya Ocalan xwestin
Di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, li Herêma Kurdistana Federal, Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Asûriyan Beyt el Nahren Romyo Hakarî jî îmzeya xwe avêt. Serokê Giştî yê Partiyê Romyo Hakarî got, "Divê birêz Ocalan tavilê serbest were berdan."
Di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Meha Gulanê destpê kir de, ji Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re Kawa Nadir û Serdar Star, çûn serdana Navenda Giştî ya Partiya Demokrat a Asûriyan Beyt El Nahren a li Hewlêrê. Heyetê bi Serokê Giştî yê Partiyê Romyo Hakarî re hevdîtin kir.
Hakarî di hevdîtinê de diyar kir, ku ew weke Asûrî alîgirê yekitiya li herêmê ne û mora xwe avêt binê kampanya " Azadî ji Ocalan re". Hakarî got, "Ji bo azadbûna lîderê PKK'ê Abdullah Ocalan û dewamkirina vê kampanyayê, li gorî me baş e. Divê di dema herî nêz de ev kampanya encamekê bi xwe re bîne û nêzîkatiyek li gorî wê were nîşandan. Sedema îmzekirina me jî azadiya birêz Ocalan a di demeke herî nêz de ye."