Asayîşa Silêmaniyê: 63 kes beşdarî komên Îslamî ên radîkal bûne

Asayîşa Silêmaniyê: 63 kes beşdarî komên Îslamî ên radîkal bûne

Asayîşa Silêmaniyê da diyar kirin ku, ji destpêka şerê li Sûriyey pêk tê heya niha li bajarê Silêmaniyê 63 kes bi navê cîhadê çûne beşdarî komên îslamî yên radîkal bûne û 16 kes ji ber gunehbariya terorê ji aliyê wan ve hatine girtin.

Asyîşa Silêmaniyê di derbarê  beşdarbûna ciwanên Kurd  di nava komên îslamî yên radîkal de daxuyaniyek da û da diyar kirin ku, ta niha 63 ciwanên Kurd çûne nava komên îslamî yên radîkal û hat îdiakirin ku, ciwanên diçin li Sûriyeyê beşdarî komên îslamî yên radîkal dibin ew bi xwe jî nizanin ji bo çi diçin û wiha hat ragihandin: “Ciwanên Kurd ên diçin tevlî komên mîna Eniya El Nusra, ketîbeya Mihacirîn û Ensar, Dewleta Îslamiya  Iraq û Şamê û Artêşa Azad dibin, her wiha li dijî birayên me yên Kurd şer dikin.”

Di daxuyaniyê de tê destnîşan kirin ku, ta niha ji ber gunehbariyên teroristî 16 kes hatine girtin û hat gotin; “Ew kesên ku ciwanên Kurd di xapînin û berê wan didin nava komên îslamî yên radîkal de wê bên girtin û hesab ji wan bê pirsîn. Di daxuyaniyê de tê diyar kirin ku, li şûna ciwanên Kurd diçin li dijî birayên xwe şer dikin û tên kuştin bila ji bo welatên xwe xebatên bikin.”

Berî niha jî li bajarên Başûrê Kurdistanê yên weke, Silêmanî, Kerkûk, Helebce, Diyana û Ranyayê ciwanên Kurd ji bo beşdar bûna komên îslamî yên radîkal berê xwe dabûn Sûriyeyê.

Herî dawiyê ciwanekî Kurd yê xelkê Kelerê li Sûriyeyê di nava komên çete hatibû kuştin. Yekenîneyên Paristina Gel jî dîmenên 3 kesên ji Başûrê Kurdistanê çûyîn di nava wan koman de girtîn weşandibû.

Li gorî çavkaniyan heya niha li Sûriyey 9 ciwanê Kurd yên ji Başûrê Kurdistanê çûyîn di nava komên redîkal de hatine kuştin.