Asayîşa Kobanê komek çekdar binçavkirin

Asayîşa Kobanê komek çekdar binçavkirin

Li Kobanê hêzên Asayîşê komek çekdarên biyanî ku ketibûn bajêr girtin. Ev koma çekdar pankartek ku siloganên îslamî yên radîkal li ser wesayîta xwe vekiribûn.

Li Kobanê hêzên Asayîşê agahî bidestxistin ku wesayîtek ku pankartek reş li ser nivîsiye ᾿̓La Îlahe Île Elah᾿̓ li ser vekine kete bajêr. Silogana li ser wesayîta wan hatiye nivîsîn komên çekdar ên radîkal bikar tînin. Asayîşê dewriyeyek derxist û koma behsa mijarê binçavkirin.

Koma ku hate girtin ji 5 kesên çekdar pêk dihat û bombeyên desta bi wan re hebûn, her wiha şûşeyên meyê jî bi xwe re rakiribûn, hebên hişbiriyê û cilên leşkerî bi wan re bû.

Di derbarê mijarê de endamê Asayîşa Kobanê Îsmet Mihemed diyar kir ku, jinek bi wan re bû, ji Dêra Zorê ne û ji Helebê hatine. Îdia dikin ku çekdarên tabûrek Artêşa Azad in. ji bo ku li ser bendên kontrolê neyên kontrol kirin ew jin bikar anîne. Mihemed da zanîn ku, lêpirsîna wan hîn didome û heta armanca wan ya hatina Kobanê çiye dê berdewam bike.