Aqûbeta 5 kesên ji heman malbatê hate pirsîn
Aqûbeta 5 kesên ji heman malbatê hate pirsîn
Aqûbeta 5 kesên ji heman malbatê hate pirsîn
Li Amed û Êlihê, malbatên wendahiyan vê hefteyê jî aqûbeta xizmên xwe pirsîn. Li Amedê aqûbeta xwendekarê Zanîngeha Sêrtê Fahrettîn Altinbay ku di 1'ê çileya 1992'an de hat binçavkirin û aqûbeta Mustafa Bulut û apê wî Alî, xezmên wî Ekrem, Ramazan û Fahrî Bulut hatin pirsîn.
Xizmên windayan û ÎHD'a Amedê her hefte bi dirûşma 'Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin' çalakî lidar dixin û di hefteya 230'emîn de li çalakî berdewam kir. Endamên ÎHD'ê, MEYADER, KESK, Belediye Îş û xizmên windayan tevli çalakiyê bûn. Beriya çalakiyê serokê HEP'a Amedê Vedat Aydin ku di 5'ê tîrmeha 1991'an de ji aliyê JÎTEM'ê ve hatibû revandin û înfazkirin, hat bi bîranîn.
Parêzer Gamze Yalçin çîroka xwendekarê Zanîngeha Sêrtê Fahrettîn Altinbay ku di 1'ê çileya 1992'an de hat binçavkirin vegot. Yalçin diyar kir ku Altinbay û hevalên wî ji aliyê polîsan tên binçavkirin û rastî îşkenceyên giran tên. Yalçin diyar kir ku 6 meh piştî ku Altinbay tê windakirin polîs li ser malbatê de digirin û ji malbatê re dibêjin me kurê we kuştiye. Piştî ku polîs cara duyem li ser malbatê de digirin îcar jî dibêjin kurê we çûye çiyê. Li hember hemû lêgerînan malbat agahiyê ji Fahrettîn Altinbay nagirin.
Dîlber Bulut ku ji malbata wê 5 kes hatine windakirin çîroka malbata xwe vegot. Bulut diyar kir ku piştî şewata Licê ya sala 1994'an hevsera wê Mustafa, apê wê Alî û xizmên wê Ekrem, Ramazan û Fahrî tên binçavkirin û careke din agahî ji wan nayê girtin. Dîlber Bulut anî ziman ku Mustafa Bulut di sala 1994'an de leşker li ser gundê wan de digirin, li dibistanekî 4 rojan radiwestînin. Xizmên Mustafa Bulut ji bo aqubeta wî bipirsin ji malê derdikevin û careke din agahî ji wan jî nayê girtin. Dîlber Bulut wiha axivî: "Xestiyê apê min Alî, xizmên min Ekrem, Ramazan çend sal berê li Pasûrê hatin dîtin. Di encama testên DNA'yê derket holê ku hestî aydî malbata Bulut in lê dîsa jî hestî nedan. Em vê bêhiqûqiyê qebul nakin." Piştî axaftinan 5 deqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
ÊLIH
Weke her hefteyê li Êlihê, rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan çalakiya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li Kolana Gulîstanê berdewam kirin. Di çalekiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin faîlên wan bên darizandin” hat vekirin û malbat û xizmên windahiyan wêneyê kesên wenda hildan. Di çalekiyê de malbat û xizmên windayan, rêveber û endamê ÎHD, rêveberên BDP, KURDÎ-DER, MEYA-DER, KESK, Însiyatîfa Dayikên Aşîtiyê û gelek kes amade bûn. Serokê ÎHD’ê ya Şaxa Êlihê Osman Kunteş axivî. Kunteş, diyar kir ku ji bo kesê di salên 1990’î de hatine windakirin aqubeta wan bê aşkerekirin û faîlên wan bên darizandin çalekiyên wan didomin. Kunteş, anî ziman ku ji bo êşên dayikên windayan ên ku zarokên wan li ber çavên wan hatin qetilkirin bi xebitin û vê êşa wan daxînin astekî biçûk û derbirî ku li heremên bi hezaran gorî komî hene û xwest ev gorên komî demildest bên vekirin û malbat bigîhîjin hestiyên zarokên xwe. Kunteş, bal kişand ser pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û anî ziman ku ew heta niha ji bo aşîtî û çereserî pêk were wek ÎHD’ê bê navber xebitîne û da zanîn ku ew bi hêvî ne ku dê ji niha şûn ve aşîtiyek mayînde pêk were û êdî xwîna canê tu kesî ne rije. Kunteş, gotinên Serokwezîr Erdogan ên dawî rexne kir û anî ziman ku bi wan gotinê wî avakirina demokrasiyê û anîna aşîtiyê ne mimkun e.
Kunteş, destnîşan kir ku ew ji ber meha Remezanê di germê de ye dê mehek navber bidin çalekiya xwe û anî ziman ku bi navber dayînê re nayê wê wateyê ku dawî li çalekiya xwe tînin û xwest raya giştî û gel vê agahiyan wan şaş fêm nek. Kunteş, diyar kir ku piştî meha Remezanê dê dîsa wek her hefteyê bi dayikan û malbatên windayan re dest bi çalekiya xwe bikin.
Piştî çalekiya runiştinê ya 5 deqîqeyan çalekî bi dawî bû.