Amnesty: Li Brezîlyayê polîs 'di destpêkê de dikuje dûre dipirse'
Li bajarê Rîo de Jenerîo yê Brezîlyayê ku sala pêş wê Lîstikên Olîmpiyadê lê werin lîstin, hejmara mirovên tên kuştin her zêde dibe.
Li bajarê Rîo de Jenerîo yê Brezîlyayê ku sala pêş wê Lîstikên Olîmpiyadê lê werin lîstin, hejmara mirovên tên kuştin her zêde dibe.
Li bajarê Rîo de Jenerîo yê Brezîlyayê ku sala pêş wê Lîstikên Olîmpiyadê lê werin lîstin, hejmara mirovên tên kuştin her zêde dibe. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) ragihand ku di nava 5 salên dawî de zêdeyî 1.500 kes ji aliyê polîsan ve hatine qetilkirin.
Rapora ji aliyê Amnesty International ve hat amadekirin bi serenavê "Te kurê min kuşt!: Cînayetên Polîsê Leşkerî Yê Rîe de Jenerîo" hat weşandin. Di raporê de hat ragihandin ku li Rîe de Jenerîo hejmara mirovên di nava 5 salên dawî de ji aliyê polîsan ve hatine kuştin 1.519 ye û ji sedî 16 ê van cînayetan ji ber polîsan e.
Di rapora Amnesty de hat destnîşankirin ku prensîba bingehîn a polîsê Rîo 'bikuje, dûre bipirse' ye û bal hat kişandin ser neçariya tespîtkirina berpirsyariya di mirinên ji ber operasyonên polîsan. Bi taybetî jî bal hat kişandin ser mirinên li banliyoya Acarî ya li bakurê Rîo.
Li gorî raporê ji 9 ji 10 kesên li Rîo ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, di operasyonên li Aarî de hatine kuştin. Ev jî gumanan zêde dike ku polîsê Rîo bi binpêkirina hiqûqê re kuştinên bêdaraz dike.
Li Brezîlyaya ji 200 mîlyon nifûsî, tevî ku ne di nava şer de ye jî, yek ji welatên sereke yên bûyerên şîdetê û mirin lê rû didin e. Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî di sala 2012'an de li gelemperiya welêt 50 hezar kes ji ber cînayetan hatin kuştin. Li Rîe de Jenerîo jî rojane herî kêm 3 kes tên kuştin.
Li aliyê din, ji ber Lîstikên Olîmpiyadê yên sala 2016'an ên li vî bajarî, zêdekirina hejmara polîs û leşkeran fikar û gumanan zêde dikin. Di navbera 5-21'ê Tebaxa 2016'an de wê ji bo olîmpiyadan 85 hezar polîs û leşker werin wezîfedarkirin. Ji bo olîmpiyadên 2012'an ên li Londonê, bi qasî nîvê vê hejmarê wezîfedarên ewlekariyê hatibûn erkdarkirin.