Alîkarê Mesrûr Barzanî li malê mirî hat dîtin

Alîkarê Mesrûr Barzanî li malê mirî hat dîtin

Hat ragihanidn ku îro cenazeyê alîkarê Serokê  Meclisa Asayîşa Herêma Kurdistanê Eyûb Ehmed Barzanî di mala xwe de hat ditîn.

Li gorî nûçeya malpera Xendanê li bajarê Hewlêrê cenazeyê Eyûb Ehmed Barzanî ku Alîkarê Serokê Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ye li mala xwe a di siteyên Par City de hate ditîn.

Li gorî agahiyên bi dest ketine Hêzên Asayîşa Hewlêrê li cihê bûyerê ne lê ta niha sedemê mirina Barzanî nehatiye zanîn û hêzên asayîşê lêkolînek berfireh li ser bûyerê dane destpêkirin.