Aldar Xelîl: DYA û Tirkiye hewil dide behsa Kurd li Cenewre neyê kirin
Aldar Xelîl: DYA û Tirkiye hewil dide behsa Kurd li Cenewre neyê kirin
Aldar Xelîl: DYA û Tirkiye hewil dide behsa Kurd li Cenewre neyê kirin
Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl diyar kir ku, dema behsa civîna Cenevwre 2 tê kirin Rojava di rewşeke hesas re derbas dibe. Xelîl destnîşankir ku, hêzên navnetewî, di serî de Amerîka û Tirkiye hewil didin di civîna Cenewre 2 yê behsa Kurdan neyê kirin.
Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl ku tevlî civîna salvegera damezirandina hêzên ewlekariya netewî "Polîs" a Qamişlo bû û di civînê de axivî. Xelîl anî ziman ku, dema behsa lidarxistina civîna Cenevre 2 tê kirin hin hêzên herêmî û navnetewî ku serkêşiya wan Amerîka û Tirkiye dikin di nava hewldanan de ne ku di Cenewreyê de behsa kurdan neyê kirin. Xelîl da zanîn ku, eger di civînê de behsa pirsgirêka kurdan neyê kirin dê rewşa Sûriye û Rojava bixe rewşeke hesas de.
Aldar Xelîl got: “Amarîka û Tirkiye bi armanca ku Kurd nikaribin bi şandeyek serbixwe ya bi navê Desteya Bilind a Kurd (DBK) tevlî Cenewre 2 bibin, ji ENKS'ê xwest tevlî koalîsyonê bibe."
Xelîl anî ziman ku, hêzên navnetewî û herêmî derbarê doza Rojava de helwestek ne di cih de dikin û wiha dom kir:" Rojava beşek ji Sûriyê ye û pêwîste pirsgirêka Kurd di Cenewreyê de bê gotûbêjkirin. Pêwîste hemû alî baş bizanin ku, heger di civîna Cenewreyê de doza Kurdî nekeve rojevê tê wateya ku pirsgirêka Sûriyeyê nayên çareserkirin."
‘LI SER ŞOREŞA ME BAZIRGANIYÊ DIKIN’
Di derbarê peymana firotina neftê ya di navbera Tirkiye û hikûmeta Başûrê Kurdistanê de jî Aldar Xelî ev tişt gotin:" Ev peyman li ser hesabên Rojava hatiye îmzekirin. Nefta Başûr li aliyekî mêzênê ye û Rojava li aliyê dine, bi rastî li ser şoreşa me bazirganiyê dikin."
HEWIL DIDIN PÊŞÎ LI RÛXANDINA STATÛKOYA LI SER ÎNKARÊ AVABÛYÎ BIGIRIN
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî piştî hevdîtina bi Nûnerê Taybet yê NY ê Sûriyeyê Lexder Brahîmî li Cenewreyê pêkanî ji Stêrk TV re axivî û dabû diyarkirin ku, hêzên dixwazin Kurd beşdarî civîna Cenewre-2 nebin hene.
Muslim anî ziman ku, bi taybet hêzên ku di sala 1920’an de li Lozanê statûkoya li ser înkara Kurdan avakirin, hewil didin ev statûko berdewam bike. Muslim destnîşan kiribû ku, şovenîzma Ereban, israra înkara dewletên Tirk û Îranê li ser Kurdan berdewame û ji bo ev statûko berdewam bike, naxwazin Kurd li tu deveran bibin xwedî gotin.
Muslim di axaftina xwe de hişyariya eger Kurd beşdarî civîna Cenewre-2 nebin dê çareseriya vê pirsgirêkê dirêj bibe û anî ziman ku, heta vîn û daxwaza nêzî 4 milyon Kurdên li Rojava jiyan dikin bê qebûl kirin ew dê bitêkoşîn.