Akademiya Nûrî Dêrsimî perwerdeya 9. bi dawî kir

Akademiya Nûrî Dêrsimî perwerdeya 9. bi dawî kir

Akademiya Fikir û Ramanê ya Nûrî Dêrsimî ya bajarê Dirbêsiyê perwerdeya 9. bi dawî kir.

Akademiya Fikir û Ramanê ya Nûrî Dêrsimî ya bajarê Dirbêsiyê perwerdeya 9. ku beriya niha ji 18 kesan ji endamên Tevgera Civaka Şoreşger re dabû destpê kirin, bi dawî kir. Perwerde 16 rojan li pey hev bi beşdariya 18 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên herêma Dirbêsiyê û Ebo Rasên berdewam kir.

Di perwerdeyê de waneyên "rasteqîne, girîngiya perwerdeyê, şêwazê axaftinê, şerê taybet, dîroka Kurdistanê, dîroka jinan, civaka xwezayî, xweseriya demokratîk û parastina rewa" hatin dayîn.

Her wiha koma zîlan çend sitiranên şoreşgerî pêşkêş kir û bi şahiyekê perwerde bi dawî bû.