Abbas: Hikûmeta Fîlîstînê wê îstifa bike
Hat ragihandin ku hikûmeta yekîtiya neteweyî ya Fîlîstînê ku piştî lihevhatina El Fetîh û Hamasê par ava bû, wê îstifa bike.

Serokdewletê Fîlîstînê Mahmûd Abbas ragihand ku hikûmet wê di nava 24 saetan (îro) de îstifa bike. Abbas ev daxuyanî di civîna El Fetîhê de da.
Ji hikûmeta Fîlîstînê jî bersiveke berevajî ji vê daxuyaniya Abbas a li ser îstifayê hat. Berdevkê hikûmetê Ehab Bseîso diyar kir ku di civîna duh a desteya wezîran de mijara îstifayê nehatiye rojevê.
Ji bo îstifaya hikûmeta Fîlîstînê, lihevnekirinên navbera Hamas û El Fetîhê weke sedem tê nîşandan. Pevçûnên navbera van her du hêzan, ku demeke dirêj Gazze û Şerîa Rojava par ve kirin, par bi dawî bûbûn.
Lê belê tevî aştiya di navbera her du hêzan de, hikûmeta yekîtiya neteweyî li Gazzeyê nekarî otorîteya xwe ava bike. Çavkaniyên Fîlîstînî yên nêzî Mahmûd Abbas îdîa dikin ku Hamas naxwaze rêveberiya li Gazzeyê parve bike.
Di encama pevçûnên navbera Hamas û El Fetîhê de, di sala 2007'an de Şerîda Gazzeyê ketibû bin kontrola Hamasê, Şerîa Rojava jî ketibû bin rêveberiya El Fetîhê.