Îsraîlê li baregehên parastina hewayî ya Sûriyeyê xist

Îsraîlê li herêma Dera ya Sûriyeyê li du nuqteyên leşkerî yên hikûmeta Şamê xist.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku artêşa Îsraîlê yek jê baregeheke hêzên hewayî, 2 baregehên leşkerî yên hêzên hikumeta Şamê bi fuzeyan bombebaran kirin.

Li gorî SOHR’ê, baregehên hatine hedefkirin li derdora Tel Cabiye û Tel Um Horan ên rojavayê Derayê ne.

SOHR’ê destnîşan kir ku pergala parastina hewayî ya Şamê bersiva bombebaranê da. Lê derbarê windahiyan de agahî nehatin dayîn.