60 ewlekarên bendeva Farqînê ji kar avêtin

60 ewlekarên bendeva Farqînê ji kar avêtin

Li navçeya Farqîn ya Amedê 60 ewlekarên taybet ku ewlekariya Bendeva Farqînê ku hêjan çêkirina wê didome digirtin, ji kar hatin derxistin.

Ji bo ewlehiya Bendeva Farqînê zêdetirî 70 ewlekarên taybet hatibûn girtin. Piştî destpêkirina pêvajoya aştiyê dawî li karê zêdetirî 60 ewlekaran anî. Hate ragihandin ku, biryar ji aliyê fîrmayên îhale girtine ve hatiye girtin û dê ji niha û pêve ewlehiya herêmê ji aliyê leşker û cerdevanan ve bê girtin.